Nuçe

Amerîkayê çi qas budce ji Pêşmerge û HSDyê re…

Hewlêr (Rûdaw) – Senatoya Amerîkayê projeyasaya budceya parastinê ya 2025an qebûl kir.

Di projeyasayê de 528 milyon û 699 hezar dolar ji bo Pêşmerge, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên ewlehiyê yên Îraqê re hatiye pêşniyarkirin.

Senatoya Amerîkayê projeyasaya budceya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagonê) 2025an ya 895 milyar dolarî qebûl kir.

Projeyasa li hemberî 14 dengên na bi 85 dengan hat qebûlkirin.

Li gorî par, budceya îsal 9 milyar dolar hat zêdekirin.

Her wiha li gorî projeyasayê, di budceyê de ji Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê re 380 milyon û 758 hezar dolar û ji Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) re jî 147 milyon dolar û 941 hezar dolar hatine veqetandin.

Ev alîkariya Amerîkayê dê ji bo perwerde, bipêşxistinên stratejîk û têkoşîna li dijî DAIŞê bê bikaranîn.

Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge, hêzên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di budceya 2024an de 475 milyon dolar bû.



Source link