DILOP 1 /Damla/Drop – 2020
Ali Kemal Çınar li Amedê hate dinyayê. Di sala 2004’an de kurtefîlmê xwe yê yekemîn kişand. Bi
tevahî derhêneriya deh kurtefîlman kir û sinaryoyên wan nivîsand. Di 2013’an de yekemîn filmê
xwe yê metrajdirêj ( Kurtefîlm/Kisa Film) ku di bin bandora tecrubeyên kurte fîlmên wî de mabû,
kişand. Filmê Veşartî ku di 2015’an de kişand, di Festivala !f İstanbul ya 15. de xelata Fîlmê Herî
Baş û di beşa SIYAD’ê de dîsa xelata Fîlmê Herî Baş stand. Heman fîlmî di 28. Festîvala Queer
ya Hamburg’ê de Xelata Juri wergirt. Di 2017’an de bi navê Gênco fîlmê xwe yê metrajdirêj yê
sêyemîn kişand û di 28.Festîvala Fîlman ya Navnetewî ya Ankara de xelata Fîlmê Herî Baş bi dest
xist. Di sala 2018’an de bi fîlmê Di Navberê De/Arada ji Pêşbirka Netewî ya 2018’an Xelata Jurî ya
Taybet û ji 5.Festivala Duhok’ê ya Navnetewî ya Fîlman xelata FIPRESCI stand. Ali Kemal Çinar
hê jî li Amedê dijî û fîlman dikişîne.