Şelal Gedo: ENKS ji bo yekîtiyê amade ye
Hewlêr (Rûdaw) – Şelal Gedo rexne li siyaseta Rêveberiya Xweser û partiyên di nav de girtin û got, “ENKS amade ye, ew (PYNK) ne hazir in yekîtiyekê çêbikin.”
Piştî ku li Sûriyeyê desthilat ket destê Heyeta Tehrîr El Şamê paşeroja Rojavayê Kurdistanê bûye mijara germ a nîqaşan.
Aliyên siyasî ji bo yekrêziya Kurdan hewlên xwe didomînin û dê herî zêde helwesta PYNK û ENKSyê bandorê bikin ku du aliyên sereke ne.
Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yê Îtilafa Mixalefeta Sûriyeyê Şelal Gedo beşdarî bultena Rûdawê bû pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Nûnerê ENKSyê yê Îtilafa Mixalefeta Sûriyeyê Şelal Gedo behsa civînên PYD û ENKSyê yên salên borî kir û anî ziman:
“Heger ew pêbendî peymanên siyasî yên ku îmze kirin bin ti pirsgirêk namînin.”
Şelal Gedo li ser pirsa derketina ji Îtilafa Sûriyeyê jî got:
“Îtilafê ti ziyan negihandine ENKSyê û doza Kurdî.”
“Em bi wan re gêj bûne”
Şelal Gedo li ser nêrînên siyasî yên partiyên Rojavayê Kurdistanê da zanîn:
“Nêrîneke wan (PYNK) a sabit nîne.
Ew dibêjin, em mafên neteweyî ji Kurdan re naxwazin, biratiya gelan dixwazin.
Em bi wan re gêj bûne û yên derdora wan jî gêj bûne.”
ENKS û Serok Mesûd Barzanî vê hefteyê li Hewlêrê li hev civiyabûn.
Şelal Gedo li ser civîna ENKSyê ya bi Serok Barzanî re got:
“Serok Barzanî tekezî li ser yekdengî û yekrengiya Kurdan kir.
Serok Barzanî ji destpêkê ve tekez dike ku Kurd karibin li Rojavayê Kurdistanê gotina xwe têxin firaxekê û nêrînan wan ên li ser mafên gelê Kurd yek bin.
Mixabin Kurd li Sûriyeyê ne wiha ne.”
Şelal Gedo li ser yekdengî û avakirina ENKSyê anî ziman:
“Sala 2011ê me ENKS ji bo wê ava kir ku em gotina Kurdan bikin yek.”
Şelal Gedo tekez kir ku divê ENKS û PYNK peymaneke siyasî çêbikin.
Tirkiyeyê demên dawiyên êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.
Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan jî li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê êrişî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.
Nûnerê ENKSyê yê Îtilafa Mixalefeta Sûriyeyê Şelal Gedo anî ziman:
“Li Sûriyeyê bi şer tiştek çareser nabe. Em ne bi şer re ne lê li wê bendavê û li wan deverên Erebî jî îş û karê HSDyê nîne.
Şer xizmeta kesî nake, şer pirsgirêkên heyî mezintir dike.
Wiha diyar e ku desthilatdarên niha yên Sûriyeyê ne bi şer re ne.
Di baweriya min de li seranserî Sûriyeyê di rojên pêş de dê aramî çêbibe.
Her wiha HSD, wekî hêzên din ên çekdar dê bibe beşeke artêşa Sûriyeyê.
Ji bo Pêşmergeyên Roj jî wekî ENKSyê em dê hewl bidin ku bibe beşeke rastî ya artêşê ku karibin deverên xwe, kerameta xelkê xwe yên herêmên Kurdî biparêzin. ”