VÎDEO – Êrişî tîma handbolê ya jinan a Rihayê hat…
Hewlêr (Rûdaw) – Alîgirên tîma Çewlîgê, piştî lîstika handbolê êrişî lîstikvanên jin ên tîma Rihayê kir û di encama êrişê de çend lîstikvan birîndar bûn.
Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, doh tîma Klûba Werzişê ya Zarokên Rojê ya Rihayê û tîma Klûba Werzişê ya Lîseya Werzişê ya Çewlîgê ku di Grûpa G. ya Lîga Duyem a Jinan a Federasyona Handbolê ya Tirkiyeyê de cih digirin, hatin pêşberî hev.
Di lîstikê de tîma Lîseya Werzişê ya Handbolê li beramberî tîma Zarokên Rojê ya Rihayê têk çû.
Piştî lîstikê derdora 100 alîgirên tîma Çewlîgê ketin nav staduyumê û êrişî lîstikvanên jin ên tîma handbolê ya Rihayê kir.
Çavkaniyên ji qada bûyerê ragihandin ku di encama êrişê de çend lîstikvanên tîma Rihayê birîndar bûn.
Lîstikvanên jin ên tîma Rihayê ragihandin ku ew dê giliyê wan kesên ku li wan xistiye bike.
Piştî belavbûna dîmanan Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Tirkiyeyê Osman Aşkin jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrişa li lîstikvanên jin ên tîma Rihayê şermezar kir û got:
“Di stadyumên werzişê de cihê tundiyê nîne. Ez vê êrişa kirêt a dijî tîma me ya Handbolê ya Zarokên Rojê ya Rihayê bi tundî şermezar dikim.
Ji bo kesên ev kar kiriye bên cezakirin em dê proseyê bişopînin.”
Federasyona Handbolê ya Tirkiyeyê jî êriş şermezar kir û da zanîn ku dê derbarê êrişkeran de lêpirsîna pêwîst bê kirin.