Spor

Amedspor li mala xwe bi pûanekê razî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstika Amedsporê û Fatîh Karagumrukê bi skora 1-1ê bi dawî bû û her yekê pûanek wergirt.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ye, di hefteya 20î de li mala xwe bi tîma Stenbolê Fatîh Karagumrukê re lîst.

Lîstikvanê Fatîh Karagumrukê Joa Pedro Gomes Camacho xuleka 23yan golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Her çend Amedspor tîma serdest bû lê nîva yekem a lîstikê bi encama 0-1 bi dawî bû.

Lîstikvanê Amedsporê Yakal xuleka 90+6an gola wekheviyê avêt.

Amedsporê her çi qasî xwest di lîstikê de 3 pûanan bi dest bixe lê nekarî encamê biguherîne û nîva duyem jî bi encama 1-1ê bi dawî bû.

Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 29an û derket rêza 6an.



Source link