Nuçe

GEVER – Kûçikan keça 12 salî kuştibû: ‘Kûçikên…

Gever (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê keçika ku kûçikên ser beredayî êrişî kir, mir.

Li navçeya Geverê keçikeke 12 salî ya bi navê Eslem Teker di encama êrişa kuçikên serberdayî de jiyana xwe ji dest da.

Bûyer hemû bajar xemgîn kiriye û tirs xistiye dilê xelkê navçeyê.

Bavê Eslemê jî bangî rayedaran dike û dibêje Keça min çû bila ti zarokên din nebin qurbanî.

“Segan keça min parçe parçe kirin”

Bavê Eslemê Ersin Teker got:

“Dema bûyerê ez li kar bûm, ji malê telefon kirin gotin tiştekî qewimiye.

Ez ji kar derketim hatim min dît ku cîran li cihê bûyerê kom bûne û segên ku li der û kolanan dijîn bedenê keça min parçe parçe kirine.

Me telefon kir ambulans hat lê me nekarî keçikê rizgar bikin, ji xwe li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû.

“Divê çareserî bê dîtin”

Ersin Teker ji rayedaran xwest segên li kolanan bên komkirin û got:

“Em ji qaymeqamiyê û bi taybetî jî em ji şaredariya xwe dixwazin ku segên li kolanan bêne komkirin û mesele bê çareserkirin.”

Mirina Eslemê mijara kûçikên li kolanan careke din kiriye rojevê.

Şaredariya Geverê jî piştî vê bûyera diltezîn dest bi karê komkirina kûçikên li kolanan kiriye.

Kûçikên li ser rêyan bi taybetî ji bo zarokên diçin dibistanan dibin metirsiyeke mezin

“Di dîroka Geverê de tiştekî wiha çênebûye”

Welatiyê ji Geverê Bayram Yalçin jî got, “Bajarê me niha hemû di şînê de ye. Bûyereke gelekî xemgîn e.

Ez nizanim çi bêjim em nizanin ev seg ji kû derketin. Di dîroka Geverê de tiştekî wisa çênebûye.”

Şaredariya Geverê piştî vê bûyera diltezîn dest bi komkirina segên li kolanan kiriye.

Piştî ku Eslem Teker di encama êrişa segan de jiyana xwe ji dest da, Wezareta Karê Navxwe ya Tirkiyeyê mufetîşek şand Geverê û lêkolîna li ser bûyerê berdewam e.



Source link