Yasaya Îraqê Ya Vegerandina Zevî û Milkan Kurdan Kêfxweş Dike û Ereb jî Nîgeran In
Parlamentoya Iraqê yasaya vegerandina zevî û milkan ji xwediyên wan re pesend kir.
Yasaya ku hatî pesend kirin, 12 yasayên hikûmeta berê ya serdema rejîma Sedam Husên hildiweşîne, ku ew biryar ji aliyê Desteya Bilind a Şoreşê ya serdema Baas’ê li gor biryaran ku erd ji Kurd û Tirkmenan standibûn û dabûn welatiyên Ereb.
Di parlamanê de bi hevhatinekê sê biryar hatin erê kirin; Fraksyonên Kurdistanî daxwaza pesendkirina yasaya vegerandina zevî û milkan bo xwediyên kirbû kirin, Hêzên Şî’a jî daxwaza yasaya rewşa kesayetî û Erebên Sunne jî daxwaza yasaya lêborîna giştî kirbûn.
Endamê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Dara Sêkaniyanî ji Dengê Amerîka re got: “Piştî ku serokomar qanûnê îmza dike, û di belavoka fermî ya dewletê de tê weşandin, divê hikûmet rênimayan derbixe ku yasa were cîbicîkirin.”
“Derbarê erdên ku rejîma Baasê ji cotkarên Kurd û Tirkmen paşda stendinbûn û li ser cotkarên Ereb tomar kirine, agahiyên rast nînin, hin dibêjin 300 hezar donem, hinjî dibêjin 500 hezar û hene dibêjin yek Mîlyon donemên erd ji kurdan hatien stendin û dane Ereban.”
Hin ji 12 biryarên Baasê yên ku Meclisa Nûneran betal kiribûn, di salên 1976, 1977, 1979 û 1980’an de hatin derxistin. 8 ji wan biryaran girêdayî Kerkûkê, 2 biryarên Xaneqîn û Mendelî û 2 biryarên din jî girêdayî Duceyîlê bûn.
Pejirandina yasaya vegerandina milkan ji xwediyên wan re ji aliyê Kurdan ve bi germî hat pêşwazîkirin, herwiha berpirsên Ereb jî li dijî wê biryarê derketin û gefa îtiraza qanûnê li Dadgeha Federalî ya Iraqê dikin.
Berpirsên Herêma Kurdistanê pêşwazî li pesendkirina biryarê kir, Serokê PDKê Mesûd Barzanê got “Eger dadwerî hebe û avedanî û pêşketin jî dê hebin, lê ger stemkarî hebû dê wêranbkarî şê bibe.”