Serdana Îmraliyê Ya Duyemîn Tê Çi Wateyê?
Şanda Îmraliyê piştî 25 rojan, îro Çarşemîyê duyemîn car çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir.
Serdana yekemîn di 28’ê Berfanbara 2024’an de pêk hatibû.
Di vê şandê de parlementerê Partîya Wekhevî û Demokrasî (DEM Partî) Pervin Buldan û Sirri Sureya Onder cî girt, û sîyasetmedar Ahmet Turk ne di şandê de bû.
Çavên gelek kesan niha li ser vê hevdîtinê û encamên wê ne.
Pir kes dipirsin ku gelo Rêberê PKK wê di vê hevdîtina xwe de çi dîyar bike?
Me ji wek Dengê Amerîka ev pirs ji akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun pirsî.
Coşkun geşedanên dawî ji nêz ve dişopîne û şarezayê vê meselê ye. Ew radigihîne ku peyamên Ocalan wê van geşedanan bêtir kurtir bike.
“Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî rasterast ji Ocalan daxwaz dike ku PKK’ê ji holê rake. Erdogan jî dibêje pêvajo ber bi dawîbûnê ve tê. Ji ber vê yekê piştî vê hevdîtina duyemîn yek ji mijarên herî balkêş ew e ku Ocalan dê di vî warî de bangwazîyekê bike yan na. Raya giştî li benda vê yekê ye. Eger di vî warî de zelalîyek nebe jî, mumkin xuya dike ku Ocalan çarçoveyeke ku dê pêvajoyê bi rengekî bileztir û zelaltir bike. Bi gotinek din, ew dikare nirxandinek rewşê bike ku kar di pêvajoyeke baştir de bimeşe û pêdivî jî bi vê heye.”
Piştî hevdîtina yekemîn gelek nîqaş li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatibû kirin.
Dihat gotin ku armanca Bahçelî-Erdogan ew e ku Ocalan him bangî Qendîlê û him jî bangî YPG’ê bike ku ew dest ji çekan berdin.
Doç. Dr. Coşkun jî balê dikşîne ser vê yekê û radigihîne ku heke li Sûrîyê hin geşedanên bi dilê Kurdan pêk werin, pêkane ku PKK dest ji çekan berde.
“Çekberdana PKK’ê bi geşedanên li Sûrîyê re têkildar e. Ger li Sûrîyê lihevkirinek hebe, dibe ku daxuyaniyên bi vî rengî di navbera aliyan de werin dayîn. Ez wisa difikirim ku ev axaftin jî di vê çarçoveyê de li Îmrali têne kirin,” Vahap Coşkun got.
Tirkîyê di demên borî de bangî YPG’ê kiribû ku ji PKK’yê veqete û çekan berde û têkeve nav sîstema nû ya Sûrîyê.
Coşkun, dide zanîn ku YPG’ê jî di vî warî de hin şert û merc dabû pêşîya rêveberîya Sûrîyê û daxwazên xwe jî li gel wan nîqaş kiribûn.
Gelo çima Ahmet Turk di nav şandê de cih negirt?
Li aliyekî, tê gotin ku ji alîyê wezareta navxweyî ve çûyina Turk hatîye astengkirin, û li aliyekî jî tê gotin ku Turk ji ber nexweşîya xwe neçûye.
Li ser vê mijarê Coşkun got ku, “Ez bi zelalî nizanim ku birêz Ahmet Turk ji bo çi beşdarî vê hevdîtinê nebûye. Lê ez bawer nakim ku ev pir girîng be. Tiştê girîng çûyîna şandê ye û pêkanîna hevdîtinê ye. Hevdîtina yekemîn jî ji alîyê du endamên şandê ve hatibû kirin û tu nerazîbûn an jî guman li ser tiştên ku wan ji raya giştî re ragihandin nehatibû kirin. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku divê em li ser vê bingeha sereke zêde rawestin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî hevdîtina yekemîn, şanda Îmraliyê li gel partîyên ku di meclîsê de ne, MHP, AKP, CHP, Partîya Saadetê, Partîya DEVA, Partîya Ji Nû De Refah û Partîya Dahatû hevdîtin pên anîbûn. Serdana Hevserokên Giştî yên yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî kiribûn.