Lezgîn Îbrahîm: Tevgera DAIŞê ji sedî 50 zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolerê Navenda Lêkolînan a Firatê Lezgîn Îbrahîm da zanîn ku piştî nemana desthilata Beşar Esed Tevgera DAIŞê ji sedî 50 zêde bûye.
Êrişên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.
DAIŞ jî hewl dide sûdê ji van êrişan bibîne û tevgera xwe zêde bike.
“Liv û tevgera DAIŞê zêde bûye”
Lêkolerê Navenda Lêkolînan a Firatê Lezgîn Îbrahîm ji Rûdawê re diyar kir ku metirsiya DAIŞê tim heye lê dema ewlehiya herêmê kêm dibe metirsî zêdetir dibe û got:
“Liv û tevgera DAIŞê zêde bûye. DAIŞ dixwaze êrişan bike û girtiyên xwe birevîne.
DAIŞ dê hewl bide ku sûdê ji êrişên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bibîne.”
Li gorî agahiyên ku Lezgîn dane, tevgera DAIŞê bi taybetî li Hisîça û Dêrezorê zêde bûye û hema bêje li Dêrezorê her roj liv û tevgera DAIŞê heye.
Lezgîn destnîşan kir ku DAIŞê li ser rêya di navbera Hisîça-Şedadê ya li başûrê Hisîçayê de êriş encam dane.
Lêkolerê Navenda Lêkolînan a Firatê amaje pê kir ku piştî nemana desthilata Esed operasyonên Rûsyayê jî nemane û vê jî rê ji DAIŞê re xweş kiriye.
Hinek çavkaniyan doh îdia kiribû ku bajarokên Zîban û Teyanê yên Derezorê ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derketine.
Lezgîn Îbrahîm da zanîn ku DAIŞ dixwaze li van deran êrişan bike lê ev der di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.
Lezgîn daxuyand ku DAIŞ dixwaze malbatên DAIŞiyan ên li Kampa Holê birevine û vê mehê hewl daye ku ji wê derê 4 jinan birevîne lê hêzên ewlehiyê rê nedaye vê yekê.
Li gorî agahiyên ku Lezgîn dane, DAIŞ naxwaze êrişî herêmên Tehrîr El Şamê bike û bi taybetî cihên di kontrola Rêveberiya Xweser de dike hedef.
Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa Dêrezorê daxuyaniyek da û ragihand ku ewlehiya Dêrezorê ji bo wan xeta sor e.
Lêkoler Lezgîn Îbrahîm ji Rûdawê re got:
🎙️ Tevgera DAIŞê ji sedî 50 zêde bûye
🎙️ Metirsiya DAIŞê tim heye lê dema ewlehiya herêmê kêm dibe metirsî zêde dibe
🎙️ DAIŞ dê hewl bide ku sûdê ji êrişên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bibîne
🎙️ DAIŞ dixwaze êrişan bike û… pic.twitter.com/4DVJcp36fN
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 21, 2025