Nuçe

HSDyê li Dêrezorê 2 DAIŞî girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de li rojhilatê Dêrezorê 2 DAIŞî girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku di operasyoneke ewlehiyê de li rojhilatê Dêrezorê 2 fermandarên DAIŞê hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li ser agahiyan û tesbîtkirina cihên ku DAIŞiyan xwe lê veşartine, li bajarokê Xeşamê yê rojhilatê Dêrezorê operasyonek encam da.

DAIŞiyên ku hatin girtin Kerîm El Nehar û Ebdulkerîm Emîr El Kerîm El Nehar in û her du jî ji Xeşamê ne.

HSDyê ragihand ku destê her du DAIŞiyan di êrişên terorîstî yên li dijî hêz û saziyên sivîl û depoyên sotemeniyê de heye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku HSD hem li hemberî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê li ber xwe dide û hem jî li dijî DAIŞê operasyonan didomîne.



Source link