Nuçe

Karmendên rehabîlîtasyonan: Divê dewlet budceyê…

Amed (Rûdaw) – Di encama operasyoneke de li Amedê 7 navendên rehabîlîtasyonê yên ku xizmeta zarokên astengdar dikin hatibûn girtin.

Karmendên navendên rehabîlîtasyonê li Dîclekenta Peyasê çalakiyek li dar xist û wan girtina navendan şermezar kir.

Karmendan xwest dewlet budceyekê baş ji wan re veqetîne da ku karibin bixebitin.

166 navendên rehabîlîtasyonê yên ku perwerdeyê didin zarokên astengdar ji bo baştirkirina şertan rojekê deriyên xwe girtin û xwepêşandan kirin.

Li Amedê li navendên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê 25 hezar zarokên astengdar perwerdeyê dibînin.

4 hezar û 500 mamosteyên perwerdeya taybet di van navendan de dixebitin.

“Mesrefên me gelekî zêde bûne”

Alîkara Serokê Komeleya Navendên Rehabîlîtasyonê yên Amedê Laleş Ertugrulê di xwepêşandanê de got:

“Sala 2024an dewletê pereyê ku dida her zarokekî ku perwerdeya taybet distand kêm kir û anî sêyeka mûçeya herî kêm.

Lêçûnên karmendan, sotemenî, kirê, qirtasiye, materyalên perwerdeyê, heqê elektrîkê û xwarinê gelekî zêde bûne.

Vê rewşa heyî jî navendên me xistine rewşeke xirab.”

“Em ne karmendên ji rêzê ne”

Mamosteyê terapiya axaftinê Mazlûm Şahîn jî got:

“Mamosteyên li vir bi mûçeyê herî kêm dixebitin. Em ne karkerên ji rêzê ne.

Pîşeyeke me ya taybet heye. Me 16 salan xwend û di ser de jî piştî lîsansa xwe me 3 salan dîsa xwend.”

Xwediyê navendeke rehabîlîtasyonê yê bi navê Hesen Şik jî got:

“Em dixwazin dewlet mûçeyekî baş ji bo me veqetîne da ku em jî karibin mûçeyekî baş bidin karmend û mamosteyên xwe.”

Li Tirkiyeyê 3 hezar û 300 navendên rehabîlîtasyonê hene û salane 550 hezar zarokên astengdar li van navendan perwerdeyê dibînin.

Bi tevahî zêdetirî 60 hezar kes li van navendan kar dikin.



Source link