Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Hindistanê…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîtvan Barzanî û Balyozê nû yê Hindistanê yê Îraqê Soumen Bagchi qebûl kir.
Her wiha Konsulê Giştî yê Hindistanê yê Herêma Kurdistanê Madan Gopal û cîgirê wî jî beşdar hevdîtinê bûn.
Serokatoya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarkirinê pîrozbahî li Balyozê nû yê Hindistanê kiriye û ji bo serkeftina di erka xwe de piştgiriya xwe jê re ragihandiye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyan a bi Hindistanê re dubare kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Balyozê nû yê Hindistanê, li gel nîşandana kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarkirin û serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê, tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyan li gel Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Her wiha amaje pê kir ku welatê wî bi girîngî û balkêşî li wan pêwendiyan dinêre.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa giştî ya herêmê û çend mijarên girîng ên hevbeş, mijarên din a hevdîtinê bû.