Tulay Hatîmogullari peyama Ocalan xwend
Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê peyama Ocalan xwend û got, “Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe.”
Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bal kişand ser cezakirina Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaşê û got, “Ev biryar, êrişeke eşkere û derbeyeke li dijî îradeya gel û demokrasiya herêmê.”
“Ocalan dixwaze Tirkiye demokratîk bibe”
Hatîmogullariyê di derbarê naveroka hevdîtina duyemîn a li Îmraliyê de wiha got:
“Ocalan diyar kir ku dixwaze Tirkiye derbasî zemîneya demokrasiyê bibe û ev jî tekane rê ye ji bo derketina ji krîzan.
Ocalan gotiye ku ew dixwaze mesele ji pevçûn û tundiyê derkeve û bikeve nav çarçoveya hiqûq û demokrasiyê.
Her wiha Ocalan got ku ev yek dê Tirkiyeyê ji hemû pirsgirêkan rizgar bike.”
“Silavên Ocalan ji hemû kesî re hene”
Hevseroka DEM Partiyê da zanîn ku Ocalan amaje bi hinek mijarên din jî kiriye û wiha got:
“Ocalan silav ji hemû welatiyan re şandine û gotiye xebatên wî berdewam dikin.
Ocalan wiha got, ‘Ez amade me ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji hemû astengiyên wê rêyekê nîşan bidim. ‘
Ew amade ye ji bo Tirkiye ji tevahiya prangayên xwe rizgar bibe zemîna xelasiyê amade bike.
Belê, em jî dibêjin ku di vê serdema girîng a dîrokî de divê Tirkiye ji hemû prangayên xwe xelas bibe.”
Heyeta DEM Partiyê ya ku 28ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî bû, 2yê vê mehê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kiribû.
“Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin”
Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê herî dawî 22yê vê mehê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûbû Girtîgeha Îmraliyê
Heyeta DEM Partiyê 23yê mehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hevdîtinên DEM Partiyê û Abdullah Ocalan got, “Pêvajoya trafîka serdanan qediya, ya ku ji vir û şûn de tê çaverêkirin banga fesixkirina rêxistina terorê ye.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî îro diyar kir ku divê heyeta DEM Partiyê di demeke nêzîk de banga ji Îmraliyê tê hêvîkirin eşkere bike.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê jî îro diyar kir ku heta şert û merc neyên afirandin Ocalan nikare bang li civakê bike û peyamekê belav bike.
Besê Hozatê diyar kir ku heta niha ti peyamên Ocalan ji wan re nehatine lê ew li benda hatine peyama wî ne.