Nuçe

HSDyê derbarê teqîna li Minbicê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) teqîna li Minbicê şermezar kir û ragihand ku bûyerên teqandinê û şerê navxweyî kiryarên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ne.

Li ser rêya sereke ya bajarê Minbicê otomobîleke bombebarkirî teqiya.

Li gorî Saziya Parastina Sivîlan a Sûriyeyê, di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest daye û 15 jin jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê teqînê daxuyaniyek da û xwest ku têkildarî teqînê lêpirsîn bê kirin.

HSDyê got, “Em teqîna terorî ya ku vê sibehê li bajarê Minbicê pêk hatibû, şermezar dikin.”

HSDyê ragihand ku “danîna teqemaniyan, şerê navxweyî, tevlihevî û fitne” beşeke sereke ya kiryarên çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

“Hêzên me di eşkerakirina sûcdaran de xwedî ezmûneke mezin e”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ev kiryar stratejiyeke sabit a wan koman e. Ew kom bi rêya kiryarên bi vî rengî dixwazin şêniyan bitirsînin û li ber xwepêşandanên wan ên li dijî rewşa xirab a li Minbicê û pirsgirêkên dizî, talankirin û destdirêjiyê ku dikin, bigirin.

Hêzên me di eşkerakirina sûcdaran de xwedî ezmûneke mezin e.

Hêzên me ezmûnên xwe yên lêkolîn û lêpirsînê pêşkêşî rêveberiya Şamê dikin da ku aliyên rasteqîn ên sûcdar ên li pey van teqînan eşkera bikin, her wiha kesên hewl didin bêyî delîlan û bi tawanbarkirina hêzên me bi van sûcan, kiryarên xwe veşêrin, werin eşkerakirin.”



Source link