Îhtimala ku 2024 YR li dinyayê bikeve zêde bû
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî NASAyê îhtimala ku asteroîda mezin 2024 YR li dinyayê bikeve zêde bû û bû ji sedî 2,3.
2024 YR niha li fezayê difire û îhtimala ku li dinyayê bikeve vê hefteyê zêde bû.
Navenda Lêkolînên Heyberên Nêzîkî Erdê ya NASAyê ragihand, îhtimala ku asteroîda bi navê 2024 YR a ku bi qasî qadeke futbolê mezin e li dinyayê bikeve ji sedî 2,3 e.
2024 YR dê 22yê Kanûna Pêşîn a 2032yan herî nêzîkî dinyayê bibe.
Divê were gotin ku ev îhtimal berê wekî ji sedî 1,33 hatibû diyarkirin lê niha zêde bûye.
Her çi qasî ev asteroîd ji asteroîda ku bû sedema tunebûna dînozoran biçûktir be jî dê bandoreke mezin bike.
Eger bikeve atmosfera dinyayê û biteqe, enerjiya ku dê derkeve dê wekî 8 megaton TNT be ku ev jî 500 qatî ji hêza bombeya Hiroşîmayê zêdetir e.
BBCyê ragihand, “Di dîroka dinyayê de gelek caran asteroîd ketine erdê.”
Dr. Lan Dai ji BBCyê re got, “Dibe ku bav û kalên me yên destpêkê rastî van bûyerên ku bandor li gerstêrka me kiriye hatibin û ev bûye sedema guherînên di bipêşketina mirovahiyê de û tewr guherînên di genetîka me de jî.”
Ev objeya asmanî ya bi navê 2024 YR4 cara ewil 27ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê teleskopa Río Hurtado a li Şîliyê ve hatiye dîtin û tê texmînkirin ku firehiya wê di navbera 40 û 100 metreyî de ye.