Spor

Erce Kardeşler êdî li Amedsporê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Amedsporê qeleparêzê xwedîtecrube Erce Kardeşler transfer kir.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de dilîze da zanîn ku wan Erce Kardeşler ji Hataysporê transfer kiriye.

Li ser hesabê Xê yê Amedsporê wiha hat gotin:

“Tu bi xêr hatî Erce Kardeşler! Erce Kardeşlerê ku berê li Hatayê dilîst dê êdî bi kincên Amedê bilîze!

Em ji Erce Kardeşlerê re ku dê ji bo serkeftina tîma me xwêdanê birijîne serkeftinê dixwazin. Bila ji bo camîaya me li ser xêrê be!”

Kardeşlerê ku bi bonservîsa xwe ji Hatayê hat, bi Amedsporê re peyman îmze kir ku êdî 2 sal û nîvan lîstikvanê wê be.

Erce Kardeşler kî ye?

Kardeşler 1ê Îlona 1994an li Çanakkaleyê ji dayîk bûye û wî di temenekî biçûk de dest bi futbolê kiriye.

Ew kurê qeleparêzê berê yê Bursasporê Eser Kardeşler û birayê hakemê naskirî Arda Kardeşler e.

Wî di Lîga Sêyemîn de li tîma Oyak-Renaultê dest kariyera xwe ya profesyonel kir û sala 2013an derbasî Altinorduyê bû.

Di sezona 2019-2020î de bi tîma Lîga Super Trabzonsporê re peymaneke 3+1 salî îmze kir.

Erce di kariyera xwe de derketiye 110 maçan.



Source link