Çand û Huner

Almanya – Hunermenda Kurd bi şûşe û giyayan…

Almanya (Rûdaw) – Sureya Mihemed hunermendeke Kurd e û li Almanyayê dijî, lê ne hunermendeke asayî ye, afirîner e.

Sureya Mihemed bi şûşe û gul û giyayan karên hunerî yên bêhempa çêdike.

Sureya Mihemed li Şamê ji dayîk bûye û malbata wê ji gundê Xirêbiyê yê Şeraya Çiyayê Kurmênc ê Efrînê ye.

Ew şûşeyê botlên bikarhatî wekî pêkhateyeke sereke ya karên xwe bi kar tîne.

Wê li Helebê huner xwendiye û demeke dirêj mamostetî jî kiriye.

“Min her ji zaroktiyê ve ji karê hunerî hez kiriye”

Sureya Mihemedê wiha anî zimên, “Min her ji zaroktiyê ve ji karê hunerî hez kiriye.

Ne tenê ez lê birayên min û kesên nêzîk jî, ev wekî geneke genetîkî ye ji bo me û em berdewam in di karê hunerî û çêkirina van tiştan de.

Her kes şêwe û stîla xwe ya taybet heye. Ya min şêweyeke taybet e, ji ber ku min huner bi awayekî akademîk li peymangehê ya li Helebê xwendiye.

Loma cudatir e û her wiha wekî mamoste li wir bûm û ez zêdetirî 30 salan li Helebê mamoste bûm.”

Karên cuda û bi paşxaneyeke cuda, Sureya xanimê bi şûşe çêkiriye lê efsaneya Şamaran, Nebî Horî û Çiyayê Kurmênc û Alaya Kurdistanê, beşeke sereke ya karên wê ne ku xelk jê dixwazin.

Sureya Mihemedê got, “Nebî Horî û Çiyayê Kurmênc û Ala Kurdistanê yên me ne.

Dema ez wan çêdikim her kesê ku dibîne dilxweş dibe û destxweşiyê li min dikin.”

Yek ji şakarên herî xweşik ên vê xanimê ku dêya pênc keçan û çendîn neviyan e ku çêkiriye, şakarek e ku bi dar û giya çêkiriye û karekî gelekî cuda ye.

“Min bi giyayan dest bi çêkirina tabloyan kir”

Sureya Mihemed wiha axivî, “Cara yekem li Helebê bi rêya ax û giyayan min dest bi çêkirina tabloyên li ser text û daran kir, bi bikaranîna îb û sinober û çend giyayên dîtir.

Berê wiha bû lê niha bi rêya şûşe û botleyan zêdetir tabloyan çêdikin.”

Ev karên bi gul û giyayan hatine çêkirin, berê û bi demeke dirêj tên amadekirin, bi mehan tên ziwakirin paşê di çarçoveyan de tên rêkxistin.

Sureya Mihemedê diyar kir “Niha ji bo mînak ez pelên riwekan tînim û dikim nav pirtûkan.

Her wiha gelek kes ku gulan ji min re diyarî tînin, paşê ez wan dibim balkonê demeke dirêj wan dihêlim heta ku ziwa dibin.

Paşê ez wan dixim nav şûşeyan û tablo û tiştên xweşik ên hunerî jê çêdikim.”

Sureya Mihemed tenê sê sal in li Almanyayê dijî. Wekî ku ew dibêje dilê wê tijî xem e ji dûrketina cihê bav û bapîrên wê û kes û karên wê.

“Ez ji dûriya birayên xwe dilteng im”

Sureya Mihemedê got, “Her çi qasî ev tenê sê sal in ku ez li vir li Almanyayê dijîm, yanî ne pir ji mêj ve ye.

Lê ez dilteng im ji dûriya birayên xwe û kes û karên xwe û nizanim rewşa wan û kes û karên min li wir çawa ye.”

Ji bo salên dûr û dirêj ev karên destî yên Sureyayê ku li Helebê çêdikirin bûbûn sedema debara wê û malbata wê.

Li ser vê yekê Sureya Mihemedê diyar kir, “Keç û kurên min hebûn û min ew fêr dikirin.

Her wiha min gelek keç û kurên din jî fêr dikirin û paşê min nimûneyeke xwe nîşanî wan dida û kelûpel û kereste ji wan re dişandin û min dida wan û min dixwest ku ew jî wekî vê mînakê gelekan çêkin.

Wan jî çêdikir û bi kom dişandin Heleb, Hims û Şamê û difirotin.”

Berhemên wê baş tên naskirin û beşdarî pêşangehan jî dibe lê çêkirina karekî mozaîk û jinekê ji şûşe bi qewareyeke mezin yek ji hêviyên wê ye.

“Ez dixwazim cilên Kurdî yên kevn ên jineke Kurd çêkim”

Sureya Mihemedê got, “Ji bo mînak ez dixwazim cilên Kurdî yên kevn ên jineke Kurd çêkim, dê gelekî xweşik xuya bike ji ber rengîniya wê.

Ji bo mînak min tabloyek çêkiriye û mezin e nêzîkî metrekê ye, wêneyê du jinên bi cilên Kurdî yên rengîn li gundekî ye û traktorek jî li nêzîkî wan e, tiştekî gelekî xweşik û hêja ye.”

Li her cihekî mala biçûk a Sureya xanimê û her du keçên wê yên ku hîn jî jiyana hevjîniyê pêk neanîne, dîwar û koçka vê malê bi berhemên wê hatine xemilandin û wekî pêşangeheke herdemî ye û berdewam di guherînê de ye.



Source link