Baroya Wanê û DEM Partiyê li ser êrişa li…
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Xarpêtê piştî maça Elazigspor û Vansporê êrişî tîm û otobûsa tîma Wanê hat kirin.
Berî maçê guherîna di hilbijartina hakeman de, di dema maçê de êrişa li lîstikvanên Vansporê û êrişa li otobusa tîma Vansporê ya piştî maçê bûn sedema nerazîbûnan.
Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê û Baroya Wanê bi tundî li dijî bûyeran derketin û ragihand ku ew dê pêvajoyê bişopînin.
Du êrişên li tîma Vansporê
Di dema maçê de êrişên fîzîkî û devkî li lîstikvan û birêvebirên Vansporê hatin kirin.
Piştî maçê jî tîma Vansporê bi sedema gefa êrişê bi saetan li stadyumê hat ragirtin.
Piştî ku otobusa tîma Vansporê bi rê ket, êrişî wê hat kirin û bi taybetî şofêrê otobusê hat hedefgirtin û ji çavê xwe birîndar bû.
Serokê Vansporê Erol Temel li ser êrişê daxuyanî da û got:
“Van mixabin bê xwedî ye. Siyasetmedarên vî bajarî heta niha peyvek jî negotiye.
Hûn bi dengên vî xelkî hatin hilbijartin. Qey keda vî xelkî nîne?
Bi operasyona şevê hakem hat guhertin. Hûn qet xwedî li bajarê xwe dernakevin?”
Piştî daxuyaniya Serokê Vansporê Erol Temel, hem ji Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê û hem jî ji Baroya Wanê peyamên piştgiriyê hatin.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat gotin:
“Em pê hesiyan ku êrişkaran piştî ku otobusa Vansporê bi rê ketiye bi keviran êrişî otobusê kiriye û lîstikvan, tîma teknîkî û berpirsên klubê hatine birîndarkirin.
Piştî ku tîma Vansporê bi saetan di bin gefa êrişê de li stadyumê hat ragirtin, di rê de dubare êriş li otobusa wan hat kirin ku rewşeke bêberpirsiyarî ye.”
DEM Partiyê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê di midaxeleya êrişan de kêm mane, êrişkar nehatine rawestandin û êrişa duyem li ber çavan hatiye kirin.
DEM Partiyê anî ziman:
“Ev êriş sîstematîk û bi zanebûn in. Em careke din dibêjin ku em li dijî nijadperestiya di sporê de û êrişên li dijî nirxên gelê xwe ne.”
DEM Partiyê di daxuyaniyê de her wiha got:
“Îdiayên ku ji aliyê birêvebiriya Vansporê ve hatine kirin ku tê gotin, di dema êrişê û piştî wê wan nikaribûye xwe bigihînin partiya me û parlamenterên me, ne rast in.
Kanalên ragihandinê yên partiya me û yên parlamenterên me her tim vekirî ne.
Ti hewldanên pêwendiyê çênebûne, partiya me bi çavkaniyên xwe agahî li ser êrişê wergirtine.”
Baroya Wanê: Em dê pêvajoya hiqûqî bişopînin
Baroya Wanê jî bi tundî li dijî bûyeran derket.
Baroya Wanê guherîna hakeman wekî “bûyereke ku pirsan derdixe holê” bi nav kir û bangî TFF û MHKyê kir ku li ser prensîbên zelaliyê bimînin.
Baroya Wanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Biryarên bi vî rengî di civakê de gumanên cidî li ser binpêkirina prensîbên bêalî û edaletê peyda dikin.”
Baroyê her wiha diyar kir ku êrişên li tîma Vansporê ne tenê li hemberî tîmeke futbolê, “gefeke li hemberî nûnerên sporê yên gelê Wanê û ruhê sporê ye.
Di serî de Vanspor û hemû tîmên me yên herêmê di maçên deplasmanê de rastî êrişên bi vî rengî tên lê ev êriş bi awayekî pêwîst nayên cezakirin.”
Parêzgarê Xarpêtê: 3 kes hatin girtin
Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu jî li ser maçê û êrişan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
“Maça di navbera Elazigspor û Vansporê de bê pirsgirêk bi dawî bû û tîma me bi serkeftî ji stadyumê derket.
Diviya tişta ku li stadyumê qewimî li wir bima û ji ruhê yekîtî û biratiyê yê werzişê nehata dûrketin.
Lê mixabin di dema ku tîma Vansporê ji bajarê me derdiket, li derveyî bajêr, li ser rê, bûyereke nexwestî ya avêtina keviran qewimî.
3 kesên ku berpirsên vê bûyerê ne hatin girtin û dê aliyên pêwendîdar pêvajoya edlî û xebatên pêwîst bikin.”