Hilbijartina dersa Kurdî – ‘Kurdî di bin…
Wan (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê HUDA PAR bi gelek çalakî û bernameyan piştgiriyê dide kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî.
Endam û birêvebirên HUDA PARê yên Wanê li kolanan belavok belav kirin û di heman demê de li Wanê panelek jî li ser xwendina Kurdî hat lidarxistin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 3yê Sibatê dest pê kir û dê heta 17ê Sibatê berdewam bike.
Ji bo hilbijartina dersên Kurdî yek ji bajarên ku kampanyayeke berfireh lê tê meşandin jî bajarê Wanê ye.
Li Wanê hinek sazî û partiyên siyasî û kesên dilxwaz bangeşeyê ji bo hilbijartina dersên Kurdî dimeşînin.
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) jî li navenda bajarê Wanê stand vekiriye û berpirsên wê jî li kolanan belavokan belav dikin.
“Kurdî di bin metirsiyê de ye”
Xwebexşê Kurdî Mehmet Mehdî Oguz got, “Gelê Kurd gelekî kevnar e. Bi sedan hezar sal e em li vê herêmê dijîn.
Lê hîn jî zimanê Kurdî di bin metirsiyê de ye. Pêwîst e em li zimanê xwe xwedî derkevin.”
Serokê Şaxa HUDA PARê ya Wanê Rasîm Saygili got, “Ji sala borî ve em kampanya ji bo Kurdî dimeşînin.
Em dixwazin ku zarok her sal dersên Kurdî hilbijêrin. Em niha jî li kolanan belavokan belav dikin.”
Li gorî amarên Yekîtiya Dildarên Kurdî, li Wanê hezar û 757 xwendekarên Kurdî hene.
Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê jî bi giştî hejmara xwendekarên Kurdî 35 hezar e.
“Em dixwazin îsal hejmar herî kêm bibe 50 hezar”
Armanca kampanyaya îsal ew e ku hejmar herî kêm bibe 50 hezar xwendekar.
Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli got, “Du sal berê 26 hezar xwendekarên Kurdî hebûn.
Sala îsal hejmar bû 35 hezar. Em dixwazin îsal hejmar herî kêm bibe 50 hezar.”
Dersên Kurdî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de li dibistanên navîn yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dayîn berdewam dike.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên kurdî jî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nava dersên bijarte de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarên heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Li Tirkiyeyê mafê hilbijartina dersa Kurdî sala 2012an di bin sernavê ‘Ziman û Zaravayên Zindî’ de dest pê kir.
Li gorî vê guherînê, eger li dibistaneke ku 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin divê dewlet mamosteyekî erkdar bike.