Awisturya – Kurd Wien dixwaze nav û dengê xwe…
Dusseldorf (Rûdaw) – Li Viyanaya paytexta Awisturyayê yaneya Kurdî ya futbolê bi navê Kurd Wienê hatiye damezirandin.
Lîstikvanên Kurd Wienê bi dil û can hewl didin ku di demên pêş de bigihêjin astên herî jor ên Awisturya û Ewropayê.
Yek ji damezirînerên tîma Kurd Wienê Şerîf Mejdo got, “Navê min Şerîf Mejdo ye û ez xelkê Amûdê me.
Sala 2013an ez hatim Awisturyayê û sala 2014an me tîmeke millî ava kir û ji wê demê ve li vir kar dikim.
Em zarok bûn kêfa me ji futbolê re dihat û hat vê derê wextê me hebû em dîlistîn.
Heta sala 2017an tîma me temam nebû lê piştî ku gelek Kurd hatin vir û em bûn xort û ciwan, me biryar da ku tîmekê bi navê Kurd Wienê ava bikin.”
“Lîstikvanên me yên Kurd û biyanî hene”
Her wiha Mejdo diyar kir, “Niha dezgeheke me ya akademîk heye û em zarokan fêrî futbolê dikin.
Niha çend tîmên me hene, wekî tîma ciwanan û zarokan û her wiha ya mezinan jî. Lîstikvanên me gelek in, hem Kurd û hem biyanî ne.
Yanî ji piraniya neteweyan hene, ji Afrîqa û Ewropa û Sûriyeyê û ji her derê û bi me re dilîzin.
Vêga tîma me di lîga jor de dilîze û em dixwazin biçin lîga profesyonel ji bo vê jî tenê gavek maye û em ne dûr in.
Lê eger em bixwazin ev xewna me were cih, pêwîstî bi piştgiriya alîgiran û her wiha kesên dewlemend heye da ku ji aliyê aborî ve alîkariya me bikin û bibin sponsor, xasma revend û diyaspora Kurdî ya li vir.”
“Çavê me li alîkariya Kurdên me ye”
Birêvebirê Yaneya Kurd Wienê li Awisturyayê Îdrîs Hesen ku ji Qamişloyê ye wiha anî ziman:
“Ev tîm sala 2017an hat avakirin, sala 2022-2023yan em derketin 1 Klasseyê û sala 2024an jî em gihiştin Oberlîgêyê ku lîgeke mezin e.
Em daxwaz dikin ku diyaspora Kurdî li vir piştgiriya vê tîmê bike, çimkî kes alîkariya me nake.
Ji ber vê yekê çavê me bêhtir li Kurdên me ye ku piştgiriya me bikin da ku em serkeftinên mezintir bi dest bixin û bikin diyarî ji bo xelkê her çar parçeyên Kurdistanê.”
Kaptanê Kurd Wienê Helem got, “Ji sala 2018an ve ez beşdarî avakirina tîmê bûm. Di lîstika dawî de em bi ser ketin û em pir kêfxweş in.
Dema ku li welatekî Ewropayê ala Kurdistanê tê bilindkirin, hemû Kurd kêfxweş dibin.
Em hêvî dikin ku ala me li her derê bilind bibe û em pêş bikevin. Hêviya me ew e ku em bibin tîmeke profesyonel.
Di lîstika dawî de me dît ku gelê me gelekî piştgirî da me û ala Kurdistanê bilind kir.
Ev nîşaneyeke baş e ku em pêş bikevin û serkeftinên mezintir bi dest bixin.”
“Em dixwazin tîma me bibe sembola serkeftina Kurdan”
Endaml Komîteya Rêvebir a Kurd Wienê Mistefa Bavê Heval wiha anî ziman:
“Ez Mistefa Bavê Heval im û bi salan e ez ji bo tîma Kurdan kar dikim. Sala borî tîma me pileya yekem bi dest xist û cara yekem gihişt lîga Ewropayê ya pîşeyî.
Ev cara yekem bû ku tîmeke Kurd li Ewropayê ev yek bi dest xist. Bi taybetî ji aliyê medyayê ve bû bûyereke girîng.
Dema em lîstin, ew roj wekî festîvalekê bû, wekî Newrozê bû. Ji hemû herêmên Awisturyayê xelk hatibû lîstikê.
Ji 9 herêman xelk hatibû û li lîstika tîma Kurd Wienê temaşe dikir. Dema xelkê dît ku nêzîkî 2 hezar alîgirên Kurd hene, matmayî man.
Birêvebirê Federasyona Futbolê ya Awisturyayê ku bi xwe amade bû got, ‘Min qet nedîtibû ku tîmeke di vî astî de ewqas alîgirên wê hebin.’
Wan jî bi kamerayan wêne kişandin û me dît dema muzîka Kurdî lê ket, alîgirên Kurd rabûn û govend gerandin. Ev bû sedema kêfxweşiya me û wan jî pesnê tîma me da.
Tîma me niha li pêş e û em hêvî dikin ku di rojên pêş de em serkeftinên mezintir bi dest bixin. Dema em bi ser dikevin, Kurd li her derê şad û kêfxweş dibin.
Em dixwazin tîma me bibe sembola serkeftina Kurdan û em spasiya Rûdawê jî dikin ku hatin serdana me û destên we sax bin.”