Li Wanê 5 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî 14 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin û 5 ji wan hatin girtin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêlibergirtana koçberên neyasayî û qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya bi mirovan berdewam dikin.
Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 2 û 9ê Sibata 2025an de operasyon hatin kirin.
Di operasyonan de bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya bi mirovan” 14 kes hatin desteserkirin û ew birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.
Piştî karên îfadewergirtinê 14 kes şandin Dadgeha Wanê.
Dadgeha Wanê derbarê 5 kesan de biryara girtinê da û 9 kes jî berdan.
Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên ji Efxanîstan, Îran û Pakistanê wekî rêyeke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.