Nuçe

Hewîce – Hestiyên 17 Pêşmergeyan di gorekê de…

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Neteweyî ya Gorên Bikom a Îraqê ragihand ku li Hewîceyê goreke bikom hatiye dîtin ku hestiyên 17 Pêşmergeyan tê de ne.

Birêvebiriya Giştî ya Saziya Dadweriya Bijîşkî ya Îraqê îro di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku goreke bikom a Pêşmergeyan hatiye dîtin.

Birêvebira Beşa Gorên Bikom Yasemîn Munzirê diyar kir, wan dest bi kampanyayekê kiriye da ku nimûneyan ji malbatên Pêşmergeyên şehîd kom bikin.

Yasemînê got ku vê xebatê li Hewlêrê du rojan ajotiye û diyar kir, “Hefteya pêşiya me kampanya dê biqede ku hemû malbatên li Hewlêrê li xwe digire.”

Wê eşkere kir, dê di demên pêşiya me de jî xebat bên kirin da ku gorên nû bên vedan ku hestiyên Pêşmergeyên şehîd di wan de ne.

Divê were gotin ku Hewîce qezayeke Kerkûkê ye.



Source link