Nuçe

Ji bo pêwendiyên Kurdan platformek hat avakirin:…

Hewlêr (Rûdaw) – Meyana Hesen Nadirî ji bo ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û yên li diyasporayê dijîn ji bo hev nas bikin û bi hev re bibin xwedî pêwendî, platfoma “Li Benda Te Me” ava kiriye.

Wekî tê zanîn gelek Kurd ji ber şer, pevçûn, girtin, alozî û gelek sedemên din ji cih û warên xwe koçber bûne.

Kurd ji bilî li welêt li welatên cîhanê jî berbelav bûne.

Ji ber vê yekê jî gelek malbat perçe bûne, pêwendiyên wan qut bûne û êdî gelek ji wan hevdû nas nakin.

Meyana Hesen Nadirî platformeke bi navê “Li Benda Te Me” ava kiriye da ku Kurd hev nas bikin û di nav bera wan hevgirêdanek çêbibe.

Meyana Hesen Nadirî bû mêvanê Rûdawê û behsa vê platformê kir.

“Ez li benda welatê xwe me”

Meyana Hesenê diyar kir ku ew cara yekemîn e hatiye Başûrê Kurdistanê û got:

“Ez li benda welatê xwe û gelê xwe me. Ev cara yekemîn e ez hatim Kurdistanê.

Ez hinek caran bi dayîka xwe re diaxivim û min digot ew der ax û warê me ye. Mirov dikare li vê derê bi azadî bi zimanê xwe biaxive û li alaya xwe temaşe bike.

Miradê me hemû Kurdan e ku em bên xwe bigihînin axa xwe. Ji malbata me ez kesa yekemîn im hatime vê derê.”

“Li Benda Te Me bi 80 zîmanî ye”

Meyana Hesenê derbarê platforma “Li Benda Te Me” wiha got:

“Tu dikarî Platforma Li Benda Te Me wergerînî 80 zimanî. Zimanê telefon û kompîtera te çi be zimanê platformê jî yekser dibe ew ziman.

Wê li ser armanca projeyê jî wiha got:

“Wekî hûn jî dizanin em ji hev cuda bûne. Tê bîra min dema em zarok bûn me hemûyan 7 kalikên xwe nas dikirin lê niha em ne tenê bav û kakikên xwe her wiha em zimanê xwe nas nakin.

Ez kalikên xwe nas dikim lê ji ber ku em koçber bûne zarokên min nizanin. Bav, dê û kur ji hev winda bûne.

Armanca vê platformê ew e ku em hev nas bikin.

Nifûsa me 60-70 milyon e lê em hemû ji hev dûr in. Em koçber bûne û em ji hev winda bûne.

Kalikekî min li Ermenistanê yek li Azerbeycanê hatiye definkirin, bavê min li Qazaxistanê hatiye definkirin.

Em Birukî ne, em sala 1926an ji Bakurê Kurdistanê hatine sirgunkirin.”

“Kilîla ziman dayîk e”

Meyana Hesen herî dawî jî got, “Ji min re serbilindî ye ku ez ji bo miletê xwe karekî biçûk jî bikim.

Em yek esil in û em Kurd in. Kilîla ziman dayîk e. Em ji hev nabin, em li benda hev bin.”



Source link