Nuçe

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aramiya herêmê pêwîstî bi…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo aramiya herêmê pêwendiyên xurt ên di navbera Îraq û Îranê de gelekî pêwîst in.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê Kar û Barên Siyasî Mecîd Text Rewançî li Hewlêrê civiyan.

Nêçîrvan Barzanî û  Mecîd Text Rewançî piştî civînê konferanseke çapemeniyê li dar xist.

Serokê Herêma Kurdistanê di konferansa çapemeniyê de got:

“Em li Herêma Kurdistanê bawer dikin ku pêwendiyên xurt û hevseng di navbera Îraq û Îranê de ji bo xurtkirina aramiya herêmê pêwîst û girîng in.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkariya hevbeş a Îranê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

“Em nahêlin Herêma Kurdistanê bibe gef ji bo welatên cîran”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramî û berfirekirina hevkariya hevbeş di hemû warên cuda de yên wekî aborî, bazirganî û çandî û ewlehiyê gelekî girîng in.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê faktora îstîqrar û aramiyê ye û dê bi ti awayî nehêlin ku Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefê li ser welatên cîran bi taybetî li ser Îranê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî behsa hevpariyên Îranê û Herêma Kurdistanê kir û got:

“Di navbera me û Herêma Kurdistanê de hevpariyeke mezin a çandî, dînî, zimanî û dîrokî heye, ev hemû jî alîkariya me dikin ku em têkiliyên xwe ji berê bihêztir bikin.

Ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê ewlehiya me ye, divê em destê xwe bidin destê hev da ku em bikaribin wan pirsgirêk û astengiyan çareser bikin.”



Source link