Siberoja HSD û Senaryoyên Tevlêbûna Artêşa Sûrî û Dîyaloga ligel Şamê
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Sêşemê ragihand ku ew amade ye danûstandinên jibo tevlêbûna artêşa nû ya Sûrîyê bike. Ev biryar piştî civîneke HSD’ê ligel Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û Rêvebirîya Xweser hate dayîn.
HSD’ê di daxuyanîyekê de diyar kir ku mijara tevlêbûna sazîyên leşkerî û rêvebirî yên deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dê beşek be ji gotûbêjên ligel hikûmeta nû ya Şamê. Di çarçoveya civîna hersê alîyan de, bang li serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el Şera hate kirin ku serdana deverê bike.
Di hevpeyvînekê de ligel radyoya Arta FM, Nesredîn Îbrahîm, endamê MSD’ê, da zanîn ku sê dose hene ew datînin pêş jibo gotûbêja ligel Şamê, ew jî ev in:
1) Rewşa sazîyên ewlekarî û leşkerî.
2) Siberoja sazîyên dewletên li deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê.
3) Rêvebirina zindanên DAIŞ’ê û mekanîzma serederîya ligel wan.
Birêz Îbrahîm herwiha da zanîn ku çend pêşîneyên HSD û MSD jibo danûstandinên ligel hikûmeta Şamê hene, di nav de parastina taybetmendîya HSD’ê û rola wê ya parastina ewlekarîya deverê, misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurd di çarçoveya yekîtîya welêt de, misogerkirina sîstema siyasî ya nenavendî, û gotûbêjkirina deverên dagîrkirî wekî Efrîn, Serê Kanîyê û Gipê Sipî.
Ji dema ku rejîma Sûrî ya berê dawîya sala borî ve ketiye, desthilatdarên nû daxwaz dikin ku hemû komên leşkerî têkvin bin sîya wezareta berevanî ya dewletê. Lê tevî ku HSD’ê ji destpêkê ve amadebûna xwe jibo tevlêbûna artêşa Sûrî nîşan daye, desthilatdarên nû dibêjin divê endamên HSD’ê wekî kes tevlê artêşê bibin, ne wekî laşekî leşkerî. Ev yek jî bûye xaleke serekî ya nakokîyê di navbera herdu alîyan de.
Zara Salih, şîrovekarê siyasî li Londonê, dibêje çend peyamên girîng yên vê ragihandinê hene.
“Ya yekê peyamek ji Şamê re ye, bi taybet ku ew dibêjin Kurd dixwazin Sûrîyê parçe bikin û ajendeyên cuda bimeşînin. Ev daxuyanî rê li ber wan metirsîyan digire û berdewamîyê dide wan hevdîtinên Mezlûm Ebdî û Ehmed el Şera. Peyama din jî ji Tirkîyê re ye. Ev ragihandin êdî li Şamê ferz dike ku ew jî bang li Tirkîyê bike ku êrîşan mîlîşayên ser bi Tirkîye ve li Bendava Tişrînê û deverên din rawestîne,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Birêz Salih dibêje ev biryar “gaveke zîrek” e ji alîyê HSD û Rêvebirîya Xweser ve.
“Ew bêtir behsa tiştên ser erdê dikin, wekî mijarên ewlekarî û leşkerî. Biryara wan hêsankirina diyalogê ligel Şamê pêk tîne û wan ji mijarên siyasî cuda dikin.”
Danûstandinên ser mafên Kurdan li Sûrîyê dê di çarçoveya damezrandina lêvegereke Kurdî de werin kirin, Salih dîyar kir.
Partîyên siyasî yên Kurd li Sûrîyê, çi yên ser bi Rêvebirîya Xweser ve yan jî yên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) de, dibêjin kombûnên wan jibo pêkanîna nêrîneke hevbeş derbarê danûstandinên ligel hikûmeta Sûrîyê didomin.
Azad Ehmed Elî, nivîskar û lêkoler, dibêje divê doseya leşkerî di navbera HSDê û desthilata Şamê de ji ya siyasî û hiqûqî were veqetandin.
“Eger hat û HSD lihevkirinek ser bingehên leşkerî û ewlekarî kir, ne problem e. Bila bihev re alîkar bin, çêtir e ku dijminatî derkeve. Ew yek jixwe zemînê jibo lihevhatina siyasî jî çêdike. Xuya ye HSD û MSDê vê yekê didin xuya kirin,” Elî ji Dengê Amerîka re got.
Wî dîyar kir ku heta Kurd bi xurtî têkevin diyalogê, divê sê yan çar rêkên danûstandinê hebin.
“Xala din ya ku ez gelekî pêbawer im, ew e ku divê Rêvebirîya Xweser û HSDê wekî desthilatdar di cihê xwe de li xwe binêrin. Rewatîya ku Ii cem wan heye ji ya ku li cem Ehmed el Şera û HTŞ bêtir e. li ser vî esasî, eger gavên pîvandî werin avêtin, dibe ku bandora wan him li ser lihevhatinê hebe û him jî li ser yekrêzîya Kurdî.”