Pêşhatên Dawî yên Girêdayî Serdanên Şandeya Îmrali Çi Ne?
Berdevka Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand ku rêberê PKK Abdullah Ocalan ji girseya xwe ya li Qendîl, Ewrupa û Rojava re sê name şandine.
Şandeya Îmrali li Hewlêr û Silêmanîyê jî hin hevdîtin pêk anîn. Tê ragihandin ku ev şande piştî van xebatan wê pêzanînên ku bi dest xistine, pêşkêşî Ocalan bikin û dê Ocalan jî li ser wan daxûyanîyeke bide.
Ev hevdîtin di rojeva Kurdan de cihekî berfireh digirin.
Mijara Rojê ev yek bi sê mêvanan re gotûbêj kir: Parlementerê DEM Partî yê Wanê Sînan Çîftyurek, Serokê Partîya Sosyalîst ya Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel û nivîskar-lêkolînvan Azad Sagniç.
Sînan Çîftyurek ragihand ku dewlet jiber ku pir di tengasîyê de ye, ev pêvajo daye destpêkirin:
“Dewlet ana nizane ku çi bike. Li alîyekî qayum datîne, li alîyê din behsa hin tiştên din dike. Gava em temaşe dikin herî zêde serê dewletê tevlihev e. Şêwirmendê serokomar Mehmet Uçum ji xwe vê baş dîyar dike. Ew neçarebûna dewletê dide der. Ew dibêje ku Tirkîye, komara Tirkîyê ji xwe dewleta Kurdan ya netewî ye. De werin temaşe bikin! Ew Kurdan nas nakin, zimanê Kurdan qebûl nakin. Paşê dibêjin ku sedemên terorê encam jî qayum in û ji qayuman re rê vedikin. Evana hemû têkelbûna serê dewletê nîşan didi.”
Bayram Bozyel jî serdana Şanda Îmrali ya Hewlêr û Silêmanîyê gelek girîng dibîne. Bozyel radigihîne ku Herêma Kurdistanê dikare di vê derê de roleke girîng bigire.
“Eger PKK çek berde wê dayne kê derê? Ewên ku çekên xwe berdin wê biçin kî derê? Heke çek berde wê biçe zindanê? Tiştekî wisa ne pêkan e. Jibo vê jî serdana DEM Partî ya Başûrê Kurdistanê girîng e. Bi ya min çûyîna şandeyê bi agahdarîya dewletê ne. Heke dewletê nexwasta dikaribû asteng biba. Dewlet jî dizane ku bê alîkarîya PDK, bê alîkarîya YNK bê alîkarîya Herêma Kurdistanê wê pêvajo pêş nekeve. Dewlet dixwaze ku ew jî alîkar bin, ew jî destê xwe têxin bin vî barî.”
Nivîskar û lêkolînvan Azad Sagniç jî dide zanîn ku heke dewlet di pirsgirêka Kurd de çareserîyekê neke wê rasî gelek xetereyên mezin were.
“Heke Tirkîye di warê pirsgirêka Kurd de çareserîyekê pêk neyne. Di nav Rojhilata Navîn de gelek xeterên mezin li benda wî ne. Na ku Tirkîyê hîn li ser hin lîstikan bi rê ve biçe, wê têkeve rewşeke aloz. Demekê pêkan bû ku Kurdan bixapîne, lê îro ne pêkan ku Kurd careke din werin xapandin. Bi hezaran Kurd ana li ber vê têkoşînê di zindanan de ne, lê dikarim bêjim ku ev pirsgirêk ji Kurdan jî derketîye bûye meseleke Rojhilata Navîn, meseleyeke cîhanê. Kurd ji Tirkîyê çareserîyeke maqûl daxwaz dikin, ne tenê çareserîyeke bes jibo berjewendîyê Tirkîyê.”
Jibo guhdarîkirina bernameyê, fayla deng vekin: