Nuçe

Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Turk bi telefonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dema civîna bi Heyeta Îmraliyê re berdewam dikir bi telefonê bi Ahmet Turk re axivî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê îro li Hewlêrê li hev civiyan.

Hat zanîn ku Nêçîrvan Barzanî di civînê de pirsa siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk kiriye.

Endamên heyetê ragihandiye ku Ahmet Turk hem ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û hem jî ji ber qedexeya derketina derveyî welêt nekariye beşdarî civînan bibe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de bi telefona Sirri Sureyya Onderê endamê Heyeta Îmraliyê bi Ahmet Turk re axiviye.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ji Ehmet Turk re gotiye “derbasbûyî be” û pirsa rewşa wî ya tenduristiyê kiriye.



Source link