Nuçe

HEWLÊR – Pêşangeha otomobîlan deriyê xwe vekir

10emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Otomobîlan a Hewlêrê dest pê kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya pêşangehê ye.

Pêşangeh her roj ji saet 11:00ê sibehê heta 7:00ê êvarê vekirî ye û 12 kompanyayên otomobîlan 19 marka û modelên nû pêşkêş dikin.

Di pêşangehê de 160 kompanyayên pispor ên xemilîner û parçeyên otomobîlan beşdar dibin ku 40 ji wan kompanyayên xwecihî û 120 jî yên biyanî ne.

90 kompanyayên Çînê, 8 kompanyayên Îranê, 6 kompanyayên Tirkiyeyê,  6 kompanyayên Hindistanê û 2 kompanyayên Yewnanistanê jî tevlî pêşangehê bûne.

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon û 350 hezar otomobîl hene ku 2 milyon û 200 hezar ji wan li Wezareta Navxwe hatine tomarkirin û 150 hezar jî nehatine tomarkirin.

Li parêzgehên sereke yên Herêma Kurdistanê hejmara otomobîlan wiha ne:

Hewlêr: Milyonek û 200 hezar otomobîl

Silêmanî: 670 hezar otomobîl

Dihok: 500 hezar otomobîl hene

Wêne: Hejar Cewher



Source link