Rewşenbîrên Rojava Derbarê Rewş û Siberoja Zimanê Kurdî li Sûrîyê Çi Difikrin?
Piştî salên dûr û dirêj ji astengîyên desthilata Şamê li ser zimanê Kurdî li Sûrîyê, ev çend salin Zimanê Kurdî li Rojava geş bûye û li herêma Xweserîya Demokratîk zimanê fermî ye.
Hevseroka Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) Vîyan Hesen dibêje ku kedeke mezin di van salên borî de jibo Zimanê Kurdî hatiye dayîn ku encama wan îro li ber çav e.
“Ji dibistanên seretayî ta zanîngehê êdî perwerdeya bi zimanê Kurdî heye, herwiha bi dehan dezgehên ragihandin û weşan û weşangerîyê, tevî peymangeh û akademîyên perwerdeyê ku bi zimanê Kurdî xebata xwe dikin, lê hîn jî pêdivî bi kar û xebatê heye ku bingeha zimanê Kurdî bi awayekî xurtir bê danîn”, Hesen got.
Ji alîyê xwe ve mamosteya Zanîngeha Kobanî Dicle Heyder jî dibêje ku êrîşên Tikrîyê û derbiderîya ji hin herêmên Kurdî weke Efrînê bûye sedema hin qelsîyê di qada perwerdeya bi zimanê Kurdî de
Heyder herwiha bal dikşîne ku tenê fêrbûna li dibistanê têrê nake ku Zimanî Kurdî tam cîh di jîyanê de bigire.
“Karê jibo zimanê dayîkê karekî giştî ye anku karekî civakî ye, çênabe bi hin sazîyan ve were sînordar kirin. Erê sazîyên perwerdeyê bi awayekî akademîk wê rêxistin dikin, lê sazîyên din jî pêre têkildar in, loma jî hîn jîyan tevahî li Rojava nebûye bi zimanê Kurdî, ev jî ji qelsîyên me ye”, Heyder got.
Nivîskar Ebas Elî Mûsa jî dibîne ku derfeteke zêrîn li pêş Zimanê Kurdî vebûye ku îro Rêvebirîya Xweser ew kiriye zimanê fermî û gelek şagirt li dibistanê pê dixwînin.
Mûsa dibêje ku li kêleka vê derfetê pêdivîya tevgera wergerandinê jî pêş bikeve lê ev yek pêk nehatiye û di asta herî nizim de ye.
“Pêdivî bi pêvajoyeke berfireh ya wergerandinê heye jibo em karibin zanistên dinê peyda bikin û bikin bi Zimanê Kurdî, lê îro mixabin gava ku mamoste yan şagirtên zimanê Kurdî dixwazin li jêderan vergerin pêdivîya wan bi zimanekî din heye”, Mûsa got.
Her di vê derbarê de û bi ketina rejîma Baas re û hatina desthilateke nû li Şamê, pirsa statuya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayîkê dibe mijareke pir girîng .
Rojnamevan Alan Meîş dibêje ku pêdivî ye zimanê Kurdî li ser asta Sûrîyê weke zimanê fermî û bi awayekî destûrî were nas kirin.
“Di perwerdeyê de ji dibistanê ta zanîngehê gereke zimanê Kurdî hebe û fermî be, ragihandin jî divê bi serbestî bi zimanê Kurdî bixebite, bê ku ti qedexe li ser wê hebin. Herwiha ger Sûrîyeyeke federal yan nenavendî ava bibe, divê dîwanên hikûmetê bi zimanê Kurdî xebatê bikin ku Kurd kanibin bi zimanê xwe biryaran wergirin”.
Roja 21ê Şibatê weke Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî tê zanîn, tê de bal li ser girîngîya pirzimanîyê û fêrbûna bi zimanê zikmakî tê kişandin. Li Rojava jî hêvî hene ku xebata jibo zimanê Kurdî hîn berfirehtir bibe.
Cîhê bîrxistinê ye ku xwendingeha yekê ya zimanê Kurdî li Rojava di sala 2011an de, bi serkêşîya Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) li Efrînê hatibû vekirin, piştre kolej û fakulteyyên yekê yên Wêje û Zimanê Kurdî jî vebûbûn.