Li Bakurê Kurdistanê rêyên 3 hezar û 816 cih û…
Hewlêr (Rûdaw) – Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêyên 3 hezar û 816 cih û waran girtî ne.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike û bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.
Li Erzirom, Erdexan, Dêrsim, Qers, Agirî, Erzinganê Wan, Çewlîg, Semsûr, Êlih û Xarpêtê ji ber berf û bagerê di veguhastinê de tengasî çêdibin û li van parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi giştî rêyên 3 hezar û 816 cih û waran girtî ne.
Li Erziromê ji ber berf û bagerê rêyên hezar û 403 gundan hatin girtin.
Li Erdexanê her wiha rêyên 119 gundan, li Dêrsimê rêyên 255 gundan, li Agiriyê rêyên 303 gundan û li Erzinganê jî rêya 457 gundan ji ber şertên neyînî yên hewayê hatin girtin.
Li parêzgeha Wanê rêya 264 gundan, li parêzgeha Çewlîgê rêya 268 gundan, li parêzgeha Semsûrê rêya 122 gundan, li parêzgeha Êlihê rêya 20 gundan û li parêzgeha Xarpêtê jî rêya 505 gund û gundikan hatiye girtin.
Ekîbên şaredariyan û tîmên pêwendîdar ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
Li gelek deveran dibistan girtî ne
Li 35 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibistan îro ji ber berfê girtî ne.
Li gor daxuyaniyên parêzgarî û qeymeqamiyan, li parêzgehên Qers, Erzingan, Sêwaz, Meletî, Erdexan, Wan, Sêrt, Çewlîg, Colemêrg, Bedlîs, Xarpêt, Agirî û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde dibare û bûye sedema girtina rêyan û çûn û hatin zehmet bûye.
Her wiha ji ber vê yekê dibistan hatine girtin û welatî hatine hişyarkirin ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku dê barîna berfê berdewam bike û dê germahî jî 2-4 pileyan dakeve.