Nêçîrvan Barzanî hêviya başbûnê ji Papa re xwest
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya tenduristiyeke baş ji Papayê Vatîkanê Papa Francis re xwest û got, “Ez hêvî dikim ku Papa Francis demeke nêzîk hêza xwe bi dest bixe û xizmetên xwe yên bi nirx ji bo mirovahiyê bidomîne.”
Papayê Vatîkanê Papa Francisê 88 salî roja înê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Nexweşxaneya Gemelliyê ya Romayê hat razandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê hêviya başbûnê û tenduristiyeke baş ji Papa Francis re xwest.
Nêçîrvan Barzanî got, “Peyamên Papa yên aştî, dilovanî û yekîtiyê li seranserê cîhanê berdewam îlhamê dide mirovan.
Ez hêvî dikim ku Papa Francis demeke kurt hêza xwe bi dest bixe û xizmeta xwe ya bênirx a ji bo mirovahiyê bidomîne.”
Papa Francisê ji 14ê Sibatê ji ber nexweşiya pişikên xwe li Nexweşxaneya Gemelliyê tê dermankirin.
Papa Francis di 21 saliya xwe de ji ber stûrbûna pişikan, beşê rastê yê pişikên wî hatiye jêkirin.
Ji wê demê ve berdewam ji êşa sîngê xwe gazindan dike.
266emîn Papayê Vatîkanê Papa Francis 3yê Adara 2013an piştî ku Papa Benedict XVI ji ber pîrbûnê dest ji karê xwe berda, bi piraniya dengên kardînalên Dêra Katolîk, wekî rêberê Katolîkên cîhanê hat hilbijartin.
Papa Francis, destpêka Adara 2021ê wekî Papa di dîrokê de, yekem car Herêma Kurdistanê ziyaret kir.
Papa Francis wê demê ji Serokê Herêma Kurdistanê re got:
“Ez hatime ku bi we re ji bo Mesîhiyan û hemû mirovahiyê dia bikim. Dijmin hatin vî welatî xirab bikin.
Lê we bi hemû asaletiya xwe xizmet kir û we mêvandariya Mesîhî û pêkhateyên din kir.
Şer dibe sedema wêranî û felaketê. We dijmin têk bir û welatê xwe ronî kir.
Ez hatime ku van axan pîroz bikim. Hûn paqij in û we destê xweşbiniyê û lêborînê dirêjî her kesî kiriye.
Ji bo min jî dua bikin. Ez ji bo kiryarên we yên li hemberî hemû ol û komên etnîkî spasiya we dikim.
Li Kurdistanê azadî hatiye bicihkirin. Careke din spas ji bo mêvanperwerî û pêşwaziya we ya dilgerm.”