Spor

Boksorê Dêrsimî di 22 pêşbirkan de 22 caran bi…

Hewlêr (Rûdaw) – Boksorê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Umut Camkiran, bi têkbitina reqîbê xwe Taryel Jafarov bû xwediyê Kembera WBCyê

Boksorê Kurd Umut Camkiran di kariya xwe boksvaniyê de serkeftina xwe ya 22yemîn bi dest xist.

Umut Camkirina di pêşbirka 21ê Sibata 2025an ya li Kompleksa Werzişê ya Mustafa Oncel a Sarîgaziya Sancaktepeyê ya Stenbolê de , Taryel Jafarov nokavt kir gaveke din nêzîkî armanca xwe ya şampiyoniya cîhanê bû.

Umut Camkiran di rîngê de performanseke bi bandor nîşan da û bi boksên xwe yên xurt reqîbê xwe Taryel Jafarov xist bin zextê.

Camkiranê ku di hemû pêşbirkê de lîstikeke biserketî nîşan da, bi nokavtê bi ser ket û kembera WBC ya Asyayê bi dest xist.

Bi vê serkeftinê boksorê Dêrsimî hineke din nêzîkî şampiyoniya cîhanê bû.

Umut Camkiran kî ye?

Umut Camkiran 21ê Sibata 1989an li bajarê Bad Saulgauê yê Almanyayê ji dayîk bûye.

Ew ji malbateke Elewî ya Dêrsimî ye.

Umut Camkiran 183 santîmetre dirêj û 124 kîlo ye.

Sala 2013an dest bi kariyera xwe ya pîşeyî ya boksê kir û heta niha di 22 pêşbirkên xwe de bi ser ketiye.

Ji van serkeftinên wî 21 jê bi nokavtê bi dawî bûne.



Source link