Nuçe

Li Erziromê qeza: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Kadîr Ç. diajot û otomobîla Mete M. diajot li Kolana Alî Ravî li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Di qezayê de Ayça û Hîlal Mya û Yildiray Ç, Gamze O, Eyup A. Fatma Ç. û Serdar Ç. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.



Source link