Nuçe

Qubad Talebanî: Birêz Ocalan dê gaveke girîng…

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, “Ez li ser pêvajoya aştiyê geşbîn im û birêz Ocalan dê gaveke girîng biavêje.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Silêmaniyê di dema beşdariya xwe ya di konferanseke taybet a li ser pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan de, di panelekê de çend mijarên derbarê pirsgirêka mûçe û budceyê, pêvajoya aştiyê, pêkanîna hikûmetê û pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê axivî.

“Ez li ser pêvajoya aştiyê geşbîn im”

Qubad Talebanî li serdana şandeya Îmraliyê ya ji bo Herêma Kurdistanê got:

“Serdaneke gelekî girîng bû û armanca wan a sereke ew bû ku ramanên aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê wergirin.”

Şandeya Îmraliyê 15ê Sibata 2025an gihişt Herêma Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serêkê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.

Şandeya Îmraliyê peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo aliyên siyasî anîbû.

Qubad Talebanî got, “Birêz Ocalan li ber gaveke gelekî girîng e ku dê peyamekê ragihîne.

Bi ya min ew hevalên ji DEM Partiyê ku hatin Kurdistanê xwest ramanên hemû aliyan li ser wê peyamê wergirin.”

Cîgirê Serokwezîr li ser şer jî got:

“Bê guman dawîlêanîna şer her tim biryareke wêrek û giran e. Ji ber wê ev pirsgirêka ku jê re tê gotin pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê, xemek e ku hemû Kurdan digire.”

“Ez geşbîn im”

Qubad Talebanî her wiha zimên ku “Bi xweşî, tiştê ku me hest pê kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkan îradeyeke cidî heye, bi rêya dîplomasiyê û bi awayekî medenî ku bi ya min ev rêya rast e.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser astengiyên li ber pêvajoya aştiyê jî got:

“Bê guman gaveke bi vî rengî, her tim rastî pirsgirêkên mezin tê, dibe ku hinek kes hebin ku ne di berjewendiya wan de be ku dawî li vê pirsgirêkê were, çi li nav Tirkiyeyê û çi li derveyî Tirkiyeyê.”

Qubad Talebanî ku di heman demê de endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye jî got:

“Em wekî YNKyê amadebûna xwe nîşan didin ji bo her gaveke ku aştiyane be û ber bi çareseriyê ve be. Her erkê ku ji me re were dayîn, me amadebûna xwe nîşan daye.”

Qubad Talebanî li ser encama pêvajoya aştiyê jî got, “Ez geşbîn im lê naxwazim zêde lez bikim.”

“Îradeyeke xurt ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî heye”

Qubad Talebanî di beşeke axaftina xwe de amaje bi danûstandinên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de yên derbarê çareserkirina pirsgirêkên darayî kir û got:

“Ez hest dikim ku ew îradeya ku niha ji her du aliyan ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera wan de heye, îradeyeke xurt e û gotûbêjên siyasî û teknîkî yên cidî li ber çavan in.”

Piştî ku şandeyeke Herêma Kurdistanê çû Bexdayê, Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, 3yê Sibata 2025an, di konferanseke rojnamegeriyê de li Bexdayê ragihand: “Me bi Îraqê re li hev kir ku mûçeyên îsal bê pirsgirêk bên dayîn.”

“Hincetên ku hebûn hatin çareserkirin”

Alîkarê Serokwezîr amaje pê kir: “Vê carê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hewl hat dayîn ku ti hincet nehêlin li ber şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Ew pirsgirêk û hincetên ku hebûn, hatine çareserkirin.”

Qubad Talebanî tekezî li ser wê yekê kir ku di serdana dawî ya şandeya Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê de, “pirsgirêkên bingehîn ên ku têkiliya wan bi mûçe û budceyê re hebû, ji bo îsal hatin çareserkirin lê bê guman ji bo budceya paşerojê, dibe ku ev şer dubare dest pê bike.”

“Dibe ku para Herêma Kurdistanê zêde bibe”

Li gorî encamên destpêkê yên serjimêriya giştî ya ku 20 û 21ê Çiriya Paşîn a 2024an hat kirin, hejmara şêniyên li Îraq û Herêma Kurdistanê 45 milyon û 407 hezar û 895 kes e, ev hejmar biyaniyan û penaberan jî digire.

Qubad Talebanî got: “Serjimêriyê ew yek piştrast kir ku em ne ji sedî 12,67ê şêniyên Îraqê ne, belkî zêdetir in, ji ber vê em pêşbînî dikin ku di budceya pêşerojê de para Herêma Kurdistanê zêde bibe.”

“Îro PDK û YNK dicivin”

Alîkarê Serokwezîr ku di heman demê de endamê şandeya danûstandinkar a YNKyê ye ji bo pêkanîna hikûmetê, piştrast kir ku îro şemî, şandeyên bilind ên YNK û PDKyê dê bicivin.

Qubad Talebanî got: “Di navbera du hikûmetan de ku bi lez were hilbijartin an bi başî, ez ya duyem hildibijêrim.

Ji ber ku pêwîstiya me bi hikûmetekê heye ku bi kiryar nûnertiya tevahiya komên gelê Kurdistanê bike û hikûmetek be ku pêşî bi hundir û gelê xwe re li hev bike.”

Alîkarê Serokwezîr diyar kir ku pirsgirêk li herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê bi awayên cuda tên çareserkirin û got:

“Ji ber vê em bawer dikin ku li Herêma Kurdistanê divê hikûmet bi awayekî nenavendî were birêvebirin.”

Qubad Talebanî tekezî li ser wê yekê kir ku “bê guman daxistina desthilatê û nenavendîbûn, dê yek ji xalên bernameya hikûmeta pêşerojê be.

Ji ber ku hatiye selmandin ku şêweyeke serketî ye ji bo birêvebirinê.”

Talebanî ev jî anî zimên, heta niha gotûbêj di rewşeke aram de berdewam dikin û got:

“Pêvajo teknîkî ye û divê têgihiştina me hebe û em fêm bikin pirsgirêk çi ne û li ku derê derketine holê.”

Qubad Talebanî amaje pê kir, xaleke ku her du alî li ser wê li hev dikin ew e ku divê sala 2026an budce li Parlamentoya Kurdistanê were pejirandin û her wezaretek para xwe ji budceyê hebe û were darayîkirin; “Bi ya min ew gav dê bibe sedema birêveçûna baştir a welêt.”

“Divê zimanê pêkhateyan bibe fermî”

Alîkarê Serokwezîr di beşeke axaftina xwe de behsa mafê pêkhateyan û pêkvejiyanê yê li Herêma Kurdistanê kir û got:

“Bi ya min bi çend kursiyên pêkhateyan (li parlamentoyê), em nikarin pirsgirêka pêkhateyan di jîngeha siyasî ya Herêma Kurdistanê de çareser bikin.

Lê vedigere ser wê yekê ka em dê çawa bikaribin bi hev re hin ji wan pirsên ku ji bo pêkhateyan girîng in, çareser bikin.”

Qubad Talebanî amaje pê kir, “Gelekî asayî ye ku li parêzgehekê ku hejmara pêkhateyan zêde ye, zimanê wan bibe fermî, wek mînak pêkhateya Tirkmen li Hewlêrê, ev mafê wan e.”

Talebanî ji bo piştgiriya zêdetir a pêkhateyan ên li Herêma Kurdistanê got jî:

“Divê ew yasayên ku li parlamentoyê derdikevin, li dijî çanda pêkvejiyanê nebin.

Divê li parlamentoyê û hikûmetê kar li ser pirsa ziman, çand û rojên pîroz ên pêkhateyan were kirin.”



Source link