Çand û Huner

Nivîskar û helbestvan Abdurrahîm Kiliç li Amedê…

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û helbestvan Abdurrahîm Kiliç li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Hat ragihandin ku dê cenazeyê helbestvan û nivîskar Abdurrahîm Kiliç piştî nîvro li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê were definkirin.

Abdurrahîm Kiliç kî ye?

Abdurrahîm Kiliç sala 1970î li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê hatiye dinyayê. Ew demeke dirêj bû karê raghandinê dikir.

Beriya ku Gun Radyoya li Amedê bê girtin, li wê derê pêşkêşvan bû.

Piştî Gun Radyo hat girtin wî li Amed Radyoyê wekî pêşkêşvan dest bi kar kir.

Ew di heman demê de li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê li beşa Radyo û Televîzyonê akademîsyen bû.

Salên dirêj hem mamostetî kir û hem jî nivîs û helbest dinivîsandin û pirtûkên wî hene.



Source link