Nuçe

Mafê Dîyarkirina Çarenivîsa Kurdan Pêdivîyeke Hiqûqa Navnetewî Ye

Civakzanê navdar Îsmaîl Beşîkçî îro Çarşemê di Foruma Hewlêrê de got ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekê, hêzên mezin yên cîhanê, li ser maseya danûstandinan çarenivîsa Kurdan dîyar kir.

Beşîkçî, bi bîr xist ku Serokwezîrê Brîtanya David Lloyd Georg, Serokê Fransa George Clemenceau û Serokê Amerîka Woodrow Wilson gelê Kurd û Kurdistanê parçe kirin û ew li dervayê sîstema navnetewî, ew bê nasname hiştin.

“Tevî ku Kurd yek ji gelên herî mezin yên herêmê ne, li qada navnetewî statuyeke wan tuneye. Bi texmînî nifûsa Kurdan dora 50-60 mîlyon e, lê di hiqûqa navnetewî de wek dewlet nayên nasîn. Welatên wekî Kuweyt, Qatar û Behreyn, ku nifûsa wan nagiheje mîlyonekê, di sîstema navnetewî de wek dewletên serwer û serbixwe cîh digirin. Bi heman awayî, welatên Ewrupî yên wek Luksemburg û Malta, bi nîfûsên xwe yên biçûk dewletên serbixwe ne.”

Beşîkcî rexne li Neteweyên Yekbûyî kir ku jibo Kurdan jî çareserî pêşkêş nekirîye.

“Di salên 1920 de axên Kurdan di navbera çar dewletan hatin dabeş kirin, lê piştî 100 salan jî ev rewş bi ti awayî neguherî. Di serdema Neteweyên Yekbûyî de, li gelek cîhên dinê statuya sîyasî guherî, dewletên nû hatin damezirandin, lê jibo Kurdan ti guherîn çênebûye.”

Beşîkcî bal kişand ku Kurdan dest ji sitandina mafên xwe bernadeye û her daxwaza wan ji alîyê dewletên herêmê ve bi Tawana terorê hatine hiştin.

“Li Îraq, Îran, Sûrîye û Tirkîyê, Kurdan bi rêyên sîyasî, leşkerî û demokratîk gelek caran mafên xwe xwestin. Lê, hemî hewilên wan bi awayekî sîstematîk bi terorê hatine girêdan. Di rastî de, Kurd tenê daxwaza dadmendîya dîrokî dikin.”

Beşîkcî bi bîr xist ku di referanduma serxwebûnê ya 2017’an ya Herêma Kurdistanê ji alîyê sîstema navnetewî ve hatibû asteng kirin.

“Dema ku Kurd dixwazin bi rêyên demokratîk çarenivîsa xwe dîyar bikin jî rastî astegîyan tên. Di referanduma 25’ê Îlona 2017’an de, Kurdan bi piranîyeke mezin dengê xwe jibo serxwebûnê bi kar anîn. Lê, dewletên herêmê û hêzên navnetewî rêz li vê encamê negirtin.”

Beşîkcî, bi berdewamî got ku ku divê neheqîya dîrokî ya ser Kurdan ya destpêka sedsala 20’an were rast kirin.

“Îro, hêzên serekî yên herêmê û bi taybetî dewletên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekê Kurd parçe kirine, bi taybetî Brîtanya û Fransa divê berpirsîyê bigirin ser xwe da ku vê şaşîya dîrokî rast bikin.”

Beşîkcî di dawîya axaftina xwe de dîyar kir ku mafê dîyarkirina çarenivîsa Kurdan pêdivîyeke hiqûqa navnetewî ye.

Jêder: Rûdaw TV

Source link