Serok Mesûd Barzanî: Em hêvîdar in ku peyama…
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li ser banga Ocalan got, “Em hêvîdar in ku peyama Birêz Ocalan destpêkek be ji bo ku pêvajoya aştiyê rêya xwe bigire û bigihîje encameke wisa ku di berjewendiya hemû aliyan de be.”
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir û di banga xwe de ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.
Serok Mesûd Barzanî li ser banga Abdullah Ocalan peymek belav kir:
“Derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, em tekezî li ser helwesta xwe ya neguher dikin û bi hemû hêza xwe piştgiriya pêvajoya aştiyê yali Tirkiyeyê dikin û aştiyê wekî rêya tenê ya rast ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibînin.
Em hêvîdar in ku peyama birêz Ocalan destpêkek be ji bo ku pêvajoya aştiyê rêya xwe bigire û, bigihîje encameke wisa ku di berjewendiya hemû aliyan de be.”