Nuçe

YPGyê helwesta xwe ya li ser banga Ocalan aşkere…

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Navenda Ragihandin û Pêwendiyan ê YPGê Siyamend Elî, banga Abdullah Ocalan nirxand û got, “Ev peyam, peyamek e ku dixwaze şer raweste.”

Abdullah Ocalan xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne. Berpirsê Navenda Ragihandin û

Pêwendiyan a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî, helwesta xwe ya li ser banga Abdullah Ocalan anî zimên.

Siyamend Elî ji Ajansa Mezopotamyayê re wiha got:

“Gelên Kurdistanê û bi taybetî gelên Ereb, Kurd û Tirk ên li herêmê banga ku bi salan li benda wê bûn bihîstin.

Rêber Abdullah Ocalan, bi hemû hewldanên kûrkirina tecrîdê ya li dijî wî û êrişên li dijî avakirina pira di navbera gelan de, hîn jî kilîta aştî û biratiyê di destê xwe de digire.

Bi vê peyama xwe, Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiyê xist destê gelên Ereb, Kurd û Tirk.”

Ev bang dê ji bo hemû gelên herêmê û bi taybetî gelê Tirkiyeyê bibe sedema aştî û bidestxistina mafê gotinê.

Bi hezaran kes li Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heyecan li bendê vê bangê bûn.

Bi coş û kelecaneke mezin li qadan pêşwazî li vê bangê kirin.

“Em di peyamê de hêviyê dibînin”

Wekî hêzên leşkerî û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev peyam ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e.

Ev peyam, gaziya rawestandina vî şerî ye. Em dê bi rêya demokrasî, aştî û diyalogê li ser maseyê pirsgirêkê çareser bikin.

Rêber Ocalan careke din ev rê li pêşiya me danî. Em di vê peyamê de vê hêviyê dibînin. Ji bo gihiştina jiyaneke azad, projeya Rêber Ocalan li pêşiya me ye.

Ev peyam encama kedeke dirêj e. Ev nîşan dide ku li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê em dê derbasî qonaxeke nû bibin.

Hêviya me ew e ku ev bang bibe gaveke destpêkê ya aştiyê. Niha di serî de li cem gelê me hesteke pir xurt heye.

Ji ber ku piştî ew qas astengî, tenê bihîstina dengê wî ji bo me bûye sedema kêfxweşiyeke mezin.”



Source link