Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin PKK peyama Birêz…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser peyama Abdullah Ocalan got, “Em daxwaz dikin ku PKK pêbend û guhdar be û peyamê bi cih bîne.”
Abdullah Ocalan xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
“Em bi germî pêşwaziyê li peyama Birêz Ocalan û banga wî ya ji bo çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê dikin.
Em daxwaz dikin ku PKK pêbend û guhdar be û peyamê bi cih bîne. Em hêvîdar in ku ev bang dê zeminê xweş bike ji bo pêkanîna aştiyê û çareseriya aştiyane.
Bê guman serdema xebata aştî, medenî û demokratîk e û di wê rêyê de encam û destkeftên baştir tên bidestxistin, ne bi çek û tundûtûjiyê.
Em li Herêma Kurdistanê piştgiriya temam li pêvajoya aştiyê dikin û her tiştê ku bikeve ser milên me ji bo serkeftina pêvajoyê, em amade ne rola alîkarî û hevkariyê bilîzin.
Her wiha bi rêz û spasdarî li rola Birêz Serok Erdogan û desthilata AK Partiyê dinêrin ku her ji destpêka desthilatê ve bi ramana zelal û bi nêrîneke vekirî hewl dan ku ji bo aştiyê kar bikin.
Em hêvîdar in ku qonaxa bê bi beşdarî û hevdengiya aliyên din jî li Tirkiyeyê, qonaxa serkeftina aştiyê û çareseriyê be û aramî û aram li ser welêt û hemû herêmê belav bibe.”
به گهرمى پێشوازی له پهيامى بهڕێز ئۆجالان و بانگهوازهكهى بۆ چهكدانان و خۆههڵوهشاندنهوهى پهكهكه دهكهين. داواكارين پهكهكه پابهند و گوێڕايهڵى پهيامهكه بێت و جێبهجێى بكات. هيوادارين ئهم بانگهوازه زهمينهخۆشكهر بێت بۆ بهديهاتنى ئاشتى و چارهسهرى…
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) February 27, 2025