Efkan Ala helwesta AK Partiyê ya li ser banga…
Hewlêr (Rûdaw)- Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala got, “Eger rêxistina terorê vê bangê binirxîne, çekan deyne, xwe bicivîne û fesix bike, dê Tirkiye prangayên xwe xilas bibe.”
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan îro banga danîna çekan li PKKyê kir.
Efkan Ala derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji A Haberê re axivî û got:
“Naveroka bangê danîna çekan û fesixkirina xwe ya rêxistina terorê ye
Em li encamê dinêrin. Eger rêxistina terorê vê bangê binirxîne, çekan deyne û kom bibe û xwe fesih bike, dê Tirkiye ji qeydan rizgar bibe.
Di dema hikûmetên AK Partiyê de, Tirkiye bi awayekî gelekî bandor têkoşînê li dijî terorê dike.
Tirkiyeya bê teror wiha pêkan e; eger guh nedin bangê, Tirkiye jixwe bi awayekî bandor têkoşînê li dijî terorê dike û serkeftinên gelekî girîng bi dest xistine.
Tirkiye têkoşîna dijî terorê derxist derveyî sînorên xwe. Serkeftineke bêşert li hundir hatiye bidestxistin.
Em bi rêbaza têkoşîna li dijî terorê digihêjin armanca Tirkiyeya bê teror.”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir vegeriya Stenbolê.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê ji bo civîna sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Heyet piştî vegera ji Îmraliyê li Stenbolê peyama Abdullah Ocalan xwend.
Peyama Kurdî ji aliyê Ahmet Turk û peyama Tirkî jî ji aliyê Pervîn Buldanê ve hat xwendin.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyama xwe de got:
“Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku Birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.”