Nuçe

Jina ku li Sêrtê winda bûbû hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Jina ku doh li Sêrta Bakurê Kurdistanê winda bûbû îro hat dîtin.

M.B.B doh xeber da polîsan ku keça wî E.B. (winda) bûye.

Hêzên ewlehiyê jî piştî vê yekê dest bi xebatên lêgerînê kir.

Bi dronan hat tesbîtkirin ku E.B. li ser rêya Sêrt û Dihê li nêzîkî panelên enerjiya rojê ye.

Piştî wê tîmên AFAD, UMKE û tenduristiyê çûn wê derê.

Tîman E.B. bi ambulansê bir Nexweşxaneya Perwede û Lêkolînan a Sêrtê.



Source link