Sîyasetvanên Kurd li Tirkîyê Banga Ocalan ya Aştîyê Çawa Dinirxînin?
Rêberê Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan di 27 Şibatê de bang kir ku PKK bila dest ji çekan berde û kongreya xwe bicivîne û xwe hilweşîne.
Mijara Rojê, ev geşedanên dawî ligel parlamenterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Kamaç, parlamenterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê berê Mehmet Hanifî Alir û Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) yê berê Latîf Epozdemîr gotûbêj kir.
Kamaç got, “Ev bangwazîyeke dîrokî ye. Di Rojhilata Navîn de ti mînakekî bi vî rengî çênebûye. Rêxistinekî bi çekdarî çekan dayne û rêbazeke nû bide pêşîya xwe. Ev tiştekî nû ye, jiber vê jî barekî giran dikeve ser milê hemû kesan ku çek ji holê rabin û aştî û aramî pêk were.”
Kamaç, ragihand ku jibo serkeftina vê pêvajoyê pêdivîye barê ku dikeve ser milê PKK û ser milê dewletê were bicîbikirin û ev pêvajo serkeftî be.
Alir dibêje ku daxuyanîya Ocalan, li ser hemû kesî hestekî erênî pêk anîye û wek gaveke nû pênase kir.
“Ez ji vê gavavêtinê gelek kêfxweş im. Kurdan di nav dîrokê de gelek serhildan çêkirin, pirê wan serhildanan jî ji alîyên dewletan ve hatin çewsandin. Lê îro em dibînin ku serdhildana dawî dixwaze ku çekan berde û rewşeke nû bide pêşîya xwe. Ez bawer dikim ku heke ev pêvajo pêş bikeve dê him Kurd, him jî Tirk wê serketî bibin.”
Alir dide zanîn ku ev mesele tenê pirskirêka Kurdan e, lê kêşeyeke Rojhilata Navîn e û lazim e hemû hêz piştgirî bidin wê.
Epozdemîr jî dîyar kir ku sê pêşengên vê pêvajoyê hene: Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî û rêberê PKK Abdullah Ocalan.”
“Berî her tiştî ez bêjim, ez spasîya sê kesên mîmarên vê projeyê dikin. Birêz Erdogan, birêz Bahçelî, û birêz Ocalan. Hêvîya min ew e ku ev proje serkeftî be. Eger çek rawestin, pêkan e ku du vê re jî pirsgirêka Kurd were nîqaşkirin û jê re çareserîyek were dîtin. Loma jî ez heta dawî piştgirî didim vê pêvajoyê.”
Jibo guhdarîkirrina li bernameyê fayla deng vekin