Nuçe

Piştî Banga Ocalan Hevîyên Aştîyê de Nav Şikan de Mane

Baskê çekdar yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro Seşêmê bi daxuyanîyekê ragihand ku tevî ragihandina agirbestê êrîşên Tirkîyê ser hêzên wê didomin.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) ve hat weşandin de, baska çekdar yê PKK’ê, Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku tevî biryara wê ya agirbestê êrîşên artêşa Tirk yên esmanî û bejahî didomin.

“Piştî daxuyanîya agirbestê ya partîya me PKK’ê û fermana Fermandarîya me Navenda Parastinê ya Gel, hêzên me ji 1’ê Adara 2025’an ve di helwesta agirbestê de ne. Lê, êrîşên artêşa Tirk ya dagirker yên esmanî û bejahî yên li dijî gerîla didomin.”

Rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang li rexistina xwe kiribû ku çekan deyne û dawî li hebûna xwe bîne.

PKK, di 1’ê Adarê de bi daxuyanîyeke pêşwazîya banga Ocalan kir û agirbest ragihand ku wek ber bi dawî dawîbûna şerekî 40 salî ku zêdetirî 50 hezar hatine kuştine gaveke mezin tê dîtin.

“Heta ku li ser hêzên me êrîş neyê kirin, wê ti hêzên me çalakîyên çekdarî nekin. Lê, jibo serketinê divê bingeha sîyaseta demokratîk û qanûnên hiqûqî jî guncaw be.“

HPG herwiha got ku di navbera 1 û 3’yê Adarê de, artêşa Tirk bi dron, topbaran, peqemenî û çekên din yên giran bi gişti 1072 caran êrîşê hêzên wê kirine.

HPG bal kişand ku hêzên wê bersîv dane êrîşan artêşa Tirk ya di 1’ê Adarê de li herema Girê Amedîyê.

Lê, eşkere nekir ku ger hêzên wê bersîva êrîşên din dane yan na.
Tîmên Aştîçêker yên Civakî (CPT) ya ku navenda wê li Amerîka ye ku êrîşên Tirkîyê yên li Kurdistana Îraqê û Îranê dişopîne.

Berpirsê CPT Kamran Osman roja Sêşem ji Rudawê re got ku “di 45 saetên dawî de artêşa Tirkîyê li axa Herêma Kurdistanê ti êrîş pêk neanîye.”

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê jî, di rojên dawî de di derbarê êrîşên ser herema Kurdistana Îraqê de ti daxuyanîyenek nedaye.

Banga Ocalan jibo ser aştîyek mayînde û aramîyek xurttir li Tirkîyê, Sûrîyê, Îraq, Îranê û li hemû Rojhilata Navîn wek derfeteke girîng tê nirxandin. Lê jiber girjêyên berdewam yên li hin hereman Kurdan xem û şik jî berçav in.

Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye, hevpeymanîyek e ku şervanên Kurd pêşengîyê dikin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike.

Li bakurê Sûrîyê bi hezaran leşkerên Tirkîyê hene û herwiha Enqere li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî dike, ku şerê dijî HSD ya bi piştgirîya Amerîka dikin.

Lê, Enqere YPG’ê wek komek giredayê PKK’ ê dibîne û dibêje bi banga Ocalan divê çekên xwe deyne û xwe hilweşîne.

Serfermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî di 27’ê Sibatê de pêşwazîya bangê kir û got ku ne ji Sûrîyê ye û jibo hêzên wî ne derbazdar e.

Salih Muslîm revebirê PYD îro di hevpeyvînek onlanyn’ de got ku YPG ne beşek PKK’ê û loma banga Ocalan ne jibo Sûrîyê ye.

“Me ti carî çek nekişandîye Tirkîyê. YPG ne dijî Tirkîyê ava bûye, ne jî beşek PKK’ê ye. Jibo parastina hebûna xwe ya li Sûrîyê û têkoşîna dijî DAIŞ’ê bûye. Muxatabên me Enqere ne. Muxatabê me Şam e. Bang li me nayê kirin,“ wî got.

HSD herwiha roja Duşemê got ku artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê êrîşên ser derdora Pira Qereqozaq ya gundewarên Kobanê didomînin, ku tentê di 24 seattên dawî de 60 caran 8 gund û herem topbaran kirine.

Hikûmeta Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, hevbendê wê yê neteweperest Dewlet Bahçelî, Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) ya alîgirê Kurdan û herwiha gelemperîya opozîsyona Tirkîyê jî piştgirî dan “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Ocalan.

Erdogan hevdem hişyarî da ku ger PKK sozên xwe bicîh neke wê Enqere jinûve dest bi operasyonên leşkerî yên dijî komê bike.

Li gor şoperên sîyasî berdewamkirina rewşa alozdar ya jiber van êrîşên di derbarê serketina , pêyvajoyekê pêkan ya aştîyê jî xem û şikan çêdikin.

Herwiha tûnebûn yan eşkerenekirina mekanîzmayek serbixwe ya jibo şopandina helwesta leşkerî ya her du alîyan- Tirkîye û PKK- herwiha gavên sîyasî ya di peyvojoyê de xeman zêde dikin.

Hevserokê Kongreya Gel ya Kurdistanê (KONGRA-GEL) Remzî Kartal roja Duşemê dîyar kir ku jibo niha di navbera dewleta Tirkîyê û Ocalan de ti peyman û nexşerêyeke fermî tuneye.

Kartal balkişand ku bersîva Enqerê ya ser banga Ocalan hîn ne dîyar e û loma wê hefteyên pêş de dîyarker bin.

“Ger zexta dewletê bidome, wê dijî ruhê vê pêvajoyê derkeve” Kartal ji rojnameya Yeni Ozgür Yol re got.

Hevserokê KONGRA-GEL ku beşek sîyasî ya PKK’ê ye, ser gavên pêş jî got ku divê pêşî azadîya Ocalan pêk were û piştre jî mijar were şandinê parlamentoya Tirkîyê.

Herwiha Kartal bang kir ku operasyonên leşkerî, zextên sîyasî û girtîna partîyên sîyasî, şaredarî û rojnamevann werin rawestandin.

Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî îro li parlamentoya Tirkîyê ser rûdanên piştîbanga Ocalan preskonferansekî darxistin.

Tuncer Bakirhan got hikûmetê hîn pêwîstîyên banga Ocalan bi cîh neanîye.

“Gavek hat avêtin, bang hat kirin.Lê tevî ku hîn daxwazên bangê nehatine bicihanîn tiştên nû îcat dikin, ” wî got.

Hevserokên DEM Partîyê gotin ku berîya her tiştî jibo derxistina qanûnan divê li parlamentoyê komxebatek û komîsyonek were avakirin.

Jêder: ANF, Rudaw, Weşana Dem Partî

Source link