Li Îdirê pevçûna çekdarî: 2 kuştî û 2 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna çekdarî ya navbera du malbatan de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Îdirê malbatên Kalkan û Baktemur ên ku dijminatiya wan hebû li navenda bajêr rastî hev hatin û di navbera wan de nîqaşeke bi devkî çêbû.
Paşê ew li gundê Şemskiyê yê Qulpê rastî hev hatin û di navbera wan de pevçûna çekdarî qewimî.
Li ser agahdariyê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Osman Kalkan û Çetîn Kalkan ên ku bi çekan gule berdane wan, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Her wiha 2 kes jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndarên bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qulpê.
Hat zanîn ku rewşa her du birîndaran jî baş e.