Nuçe

Tirkiyeyê bi helîkopterê çiyayên Dihokê…

Hewlêr (Rûdaw) – Çiyayê Lînkê yê Dihokê hat bombebarankirin. Li gorî zanyariyan, bombebaran bi helîkopterê hatiye kirin û gerîlayên PKKyê jî bersiv daye.

Êrîş nêzîkî demjimêr 01:04ê berê sibeha îro li Çiyayê Lînkê yê nehyeya Dêrelûkê ya parêzgeha Dihokê hatiye kirin.

Şahidekî ji herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Şer dijwar bû, dengê gelek teqeyan dihat û tirs di nav xelkê de çêkir.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di wê êrîşê de ti welatiyekî sivîl nebûye qurbanî.

Derbarê êrîşê de Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman îro ji Rûdawê re got:

“Êrîş bi helîkopterê bûye û PKKyê jî bi guleyan bersiv daye û nêzîka 45 deqeyan berdewam kiriye.”

Heta niha ne artêşa Tirkiyeyê û ne jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê wî şerî de ti zanyarî belav nekiriye.

Êrîş di demekê de ye, 27ê Sibatê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bang li partiya xwe kiribû ku çekan deyne û xwe fesix bik.

Doh jî PKKê ragihand ku ew pêbendê biryara rêberê xwe dibin û yekalî agirbest ragihand.

Herwiha PKKê da zanîn ku tenê di dema parastinê de bersiv didin û hêzên wan tu çalakiyekê nakin.

Piştî peyama Rêberê PKKyê, ev heştemîn bombebarana artêşa Tirkiyeyê ye li Herêma Kurdistanê ku ya dawî li sînorê parêzgeha Hewlêrê bû û her şeşên din jî li parêzgeha Duhokê.



Source link