Nuçe

Li Mêrdînê qeza, 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî, 2 kesên tê de mirin.

Otomobîleke ku navê ajokarê wê û plakaya wê hîn nayê zanîn li ser rêya Mêrdîn û Êlihê ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Îsmail D. û Fatma A. mirine.

Termên wan sewqî mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatin kirin.



Source link