Spor

Li gundê Katûnê kaşûn: Gundî daxwaza festîvalê…

Şemzînan (Rûdaw) – Gundê Katûne yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di van salên dawî de bi taybetiyeke xwe navbang bûye.

Li Katûne xelkê gund bi derfetên xwe kelûpelên kaşûnê çêdikin û zivistanê zarok û mezin yek ji şahî û xweşiya gundiyan jî bûye kaşûn.

Bi gotina gundiyan kesek ji vî gundî sala 1960î ji bo leşkeriyê diçe bajarê Qersê.

Li wî bajarî liyan û amrazên kaşûnê dibîne û dema vedigere gundê xwe bi tefş û mişaran liyanekê çê dike û ji vê rojê ve re li gundê Katûnê kaşûn bûye resîneyek.

Şahî û keyfxweşiya xelkê gundê katûne ye li navçeya şemzîna.

Li vî gundî çend sal in ku bi şiklekî resenî û qedîmî xûşûk anko kaşûn din av gundiyan de belav bûye.

Pîr û genc ji her temenekî xelkê gundê katûne bi liyanên xwe yên dest çêkirî wekî werzişkarên pêşkevtî xûşûkê ango kaşûnê dikin.

“Babê min li leşkeriyê fêrî vî karî bû”

Hostayê liyanê Bekir Avcî li ser dîroka liyanê ya li gund wiha axivî, “Ev kare, babê min di dema leşkeriyê de fêr bûye.

Babê min li Qersê leşker bûye û wê demê liyanên kaşûnê yên leşkera dibîne û dema vedigere gundê xwe ew jî van texte qayîxan çêdike û di nava xelkî de belav dibe.

Wê demê jî kar nebû em li ser banan kom dibûn, em kabane û pilîtine dileyîstin.

Xelkê gundî kaşûn dikir. Ji helan (gûv) dihatin saqe û goreyên wan dibûn cemed lê heta êvarî heta mexrebê kaşûn dikir.”

“Em karê bapîrê xwe berdewam dikin”

Mizefer Avcî got, “Bapîrê min li navçeya Qamûşanê (navçeyeke bajarê Qersê ye) 4 salan leşkerî kiriye û li wir fêrî kaşûnê bûye û xelkê me jî hîn bûye.

Bapîrê min piştî ji leşkeriyê vedigere li gundê me van texte kayîxan (liyanên kaşûnê) çêdike û em ji wî fer bûn û heta niha jî em berdewam çêdikin.”

Li vî gundî liyanên xûşûkê bi darbenavên derdora gund bi destan têne çêkirin.

Sala 2022yan ji aliyê xelkê gund ve klubeke werzişê jî hatiye avakirin.

Qeymeqamê Şemzînanê jî gundê Katûne ziyaret kir û gundî zêdetir alikariyê ji hikûmet û berpirsan dixwazin.

“Me klubeke wezişê ava kiriye”

Mihamed Avcî wiha anî ziman, “Me ji xwe re klûbek ava kiriye û êdî bûye fermî.

Eger kesek bikare alîkariya me bike, em ji bo xwe teleferîkê çêkin dê hatûçûya me hêsantir bibe.

Wê demê dê ji Şemzîna karmendên dewletê jî ji bo geştên werin herêma me.”

Muxtarê gundê Katûne jî hewl dide ku êdî gundê wî salane festivaleke xûşûkê bê kirin.

“Em dixwazin mîrata bab û bapîran berdewam bike”

Mixtarê gundê Kaşûnê Muhammed Çelîk xwesteke xwe wiha anî ziman:

“Ez muxtarê gundê Katûne me. Gundê me bi ser navçeya Şemzîna û Colemêrgê ye.

Me klûbeke werşizê bi navê KAYSPOR vekiriye. Em dixwazin ew mirata ji bab û bapîrên me maye berdewam bike.”

Gundê Katune 20 kîlometreayan durî navende Şemzînanê ye û bi karên werzişa zivistanê gelek caran bûye mijara medyaya Tirkiye û cihanê.



Source link