Çand û Huner

Konsera Seyda Perînçek a li Japonyayê hat…

Hewlêr (Rûdaw) – Konsera hunermendê Kurd Seyda Perînçek a li Japonyayê hat betalkirin.

Komeleya Çanda Kurdî ya Japonyayê derbarê betalkirina konsera hunermedê navdar ê Kurd Seyda Perînçek daxuyaniyek da.

Konsera Seyda Perînçek a ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurdî ya Japonyayê ve dihat plankirin îro li bajarê Saitamayê yê Japonyayê pêk bihata, hat betalkirin.

Li ser medyaya civakî hat îdiakirin ku konser piştî midaxeleya konsulxaneya Tirkiyeyê hatiye betalkirin û Perînçek beriya konserê hatiye desteserkirin û paşê jî hatiye dersînorkirin.

Komeleya Çanda Kurdî ya Japonyayê diyar kir ku dema konserê hatiye bipaşxistin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sedema paşxistinê “şaşiya rayedaran a derbarê cureya vîzeya ku ji hunermend re hatiye dayîn” e.

Komeleya Çanda Kurdî ya Japonyayê di daxuyaniya xwe de got:

“Em hêvî dikin ku Seyda Perinçek demeke kurt pêvajoya vîzeyê ya pêwîst temam bike û paşerojeke nêzîk  tevlî me bibe.

Ji bo vê rewşa neasayî û bêhêvîkirinê ku ji derveyî kontrola me çêbûye, em lêborînê dixwazin.”



Source link