Nuçe

Mesrûr Barzanî: Xelkê Kurdistanê qet dest ji…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Ne mumkin e ku xelkê Kurdistanê di bin ti zext û gefan de dest ji mafên xwe yên rewa berde.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi minasebeta salvegera 34emîn a Raperînê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî amaje pê kir ku xelkê Kurdistanê di bin ti zext û gefan de dest ji mafên xwe yên rewa bernade.

“Ew her dem cihê şanaziya me ye”

Mesrûr Barzanî Raperîna sala 1991ê wekî serbilindiyeke mezin a gelê Kurdistanê pênase kir û got:

“Ez di salvegera 34mîn a serhildana Adara 1991ê ya xelkê Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyan li tevaya Kurdistaniyan û Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.

Ew her dem cihê şanaziya me ye, serhildana seranserî ya gelê Kurdistanê yeku hemû pêkhateyên gelê me tê de beşdar bûn.

Me bi yekrêzî û hevgirtina gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî karî Herêma Kurdistanê ji stem û dagirkirinê azad bikin.

Di encama hilbijartineke azad û demokratîk de Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin damezrandin.”

“Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêziyê heye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Xelkê Kurdistanê qet dest ji mafên xwe yên rewa bernade û got:

“Ji bo parastina qewareya destûrî û dezgehên yasayî û rewa yên Herêma Kurdistanê û wan destkeftiyan ku bi xebat û qurbanî û cangorîtiya pêşmergeyên qehreman û xwîna geş a şehîdên me yên serbilind bi dest me ketine, niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û helwesta hevpar heye.

Ne mumkin e ku xelkê Kurdistanê, di bin ti zext û gefan de, dest ji mafên xwe yên rewa berde.”



Source link