Nuçe

Serok Barzanî: Raperîn peyameke zelal bû ku gelê…

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî got, “Raperîn peyameke zelal bû ku gelê Kurdistanê zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze.”

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera 34emîn a Raperînê peyamek belav kir.

Serok Barzanî, diyar kir ku Raperînê li hemberî zordarî û dagirgeriyê dest pê kiriye û got, “Raperîn peyameke zelal bû ku gelê Kurdistanê azadî û serbestiyê dixwaze.”

“Gelê Kurdistanê zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze”

Peyama Serok Mesûd Barzanî bi vî şiklî ye:

“Bi navê Xwedayê dilovan û mihrîban

Bi helkefta salvegera 34an a Raperîna mezin a gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û azadîxwaz û niştimanperweran û hemû gelê Kurdistanê dikim.

Raperîn yek ji serweriyan û destkeftiyên bihagiran ên gelê Kurdistanê ye.

Raperîn di bin siya îradeya azadîxwaz a gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge û yekrêziya aliyên di nav bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê de pêk hat û serkeftin bi dest xist.

Raperîn li dijî dezgehên zordar û dagirker, peyameke zelal bû ku gelê Kurdistanê li gel hebûna zilm û çewisandin û tirsandinê jî zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze.

Raperînê ev rastî selimandin ku dagirkerî û zordarî çi qasî bihêz bin jî dê di encamê de biqedin û ev îrade û hêza gelê Kurdistanê ye ku dê bi ser bikevin.

Di vê bîranîna pîroz de, em tekeziyê li nirxên Raperînê û peyama aştî û biratiyê û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin.

Em silavan ji bo ruhê bilind ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên têkoşîna rizgarîxwaz a Kurdistanê dişînin ku bi xwîna xwe ya paqij azadî û serbestî ji bo gelê me anîn.

Mesûd Barzanî

5ê Adara 2025.”



Source link